YNK sîstema xwe dike hevserokatî

YNK sîstema xwe dike hevserokatî

Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) sîstema hevseroktîyê peyrew dike û du yan sê hevserokên wê ‎dê hebin.‎

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serpereştyarê civînên Encûmena Giştî ya Serkirdayetîya YNKê Mistefa Çavreş bo Rûdawê ragihand ku ‎postê Sekreterê Giştî yê YNKê namîne û li şûna wê sîstema hevseroktîyê tê peyrewkirin û got, 2 yan 3 ‎hevserok bo YNKê tên hilbijartin.‎

Mistefa Çavreş da zanîn ku di civîna roja Yekşemê de Encûmena Giştî ya Serkirdayetîyê derbarê ‎hejmara hevserok û mijarên din ên pêve girêdayî biryara xwe dide. ‎

Ev biryar jî piştî civîna roja Şemîyê ya Encûmena Giştî ya Serkirdayetîya YNKê hat bo pesendkirina ‎peyrewa navxwe ya wê hizbê ku ji 77 maddeyan heta niha 41 maddeyên peyrewa navxwe hatine ‎pesendkirin.‎

Hevdem Endamê Encûmena Giştî ya Serkirdayetîya YNKê Ferîd Eseserd jî da zanîn ku di civîna berê ya ‎encûmenê de biryar li ser Serokatîya Encûmena Giştî ya Serkirdayetîyê de jî hatîye dayîn û encûmen bi ‎serok, cîgir û alîkar tê birêvebirin.‎

Ferîd Eseserd dîyar kir ku civînên encûmenê berdewam dibin heta hemû peyrewa navxwe tê ‎pesendkirin û got, wiha dixuye dawîya vê hefteyê yan destpêka hefteya bê hemû peyrew were ‎pesendkirin û piştre hilbijartina serokê organ û hevserokan destpê dike.

Rûdaw

 

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin