YNK Sekreterê Encûmena Giştî hildibijêre

YNK Sekreterê Encûmena Giştî hildibijêre

Biryar e di çend rojên bê de (YNK) yekem civîna Encûmena Serkirdatîya Giştî bê kirin. Encûmena Serkirdatîya Giştî jî di wê civînê de Sekreter, cîgirê wî û Biryarderê Encûmenê tên hilbijartin û piştî 15 rojan jî heman encûmen kesê yekem ê YNKê hildibijêre.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Di yekem civîna Encûmena Giştî ya Serkirdatîya Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) piştî kongreya çarem de, Sekreter, Cîgir û Biryarderê Encûmenê tên hilbijartin. 121 kesên di kongreya çarem a YNKê de hatine hilbijartin di civînê de beşdar dibin û civîn bi serperiştîya tementirîn endam birêve diçe.

Piştî 15 rojan jî heman encûmen, Sekreterê Giştî yê YNKê hildibijêre.

Kongreya çarem a YNKê roja 21. 12, 2019an dest bi karên xwe kir, di roja yekem de Encûmena Bilind a Sîyasî hat hilbijartin û roja din jî Peyrewa Navxwe bi piranîya dengan hat pesendkirin. Di kongreyê de jî 121 kes wek endamên Serkirdatîya Giştî ya YNKê hatin hilbijartin, ew encûmen jî wek parlemana wê partîyê ye, desthilata wê li ser tevahîya pirs û dezghên wê partîyê heye.

 

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin