YE daxwaz ji Sûrîyê kir êrîşa li ser Idlibê rawestîne

YE daxwaz ji Sûrîyê kir êrîşa li ser Idlibê rawestîne

Yeketîya Ewrûpa(YE) daxwaz ji rijêma Sûrî û hevalbendên wî dike êrîşên leşkerî dijî sivîlan li Idlibê rabigre ji ber hizaran kes ji malên xwe direvin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Yeketîya Ewrûpa di beyanamekê de bi zimanê wezirê derve yê YE Josep Borrell got, tundûtijîya ji alîyê hêzên rijêmê ve li bakurê rojavayê Sûrîye dive raweste ku sivilan dibin qurbanî.

Herwaha got, divê temamê alîyên şerker sivîlan biparêzin û rêzê li qanûnên navnetewî bigîrin.

Yeketîya Ewrûpa daxwaza vekirna rêyan dike bo gehandina alikarîyên mirovî ji bo nizîki 3 milyon penaberan li Idlibê.

Beyanama YE da zanin ku Ewrupa agahdare li ser hebûna komên tûndrê li Idlibê lê eve nabit bibe behane bo armanc kirina sivîlan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin