YE beşdarîya Tirkîyê di şerê navxwe yê Lîbîyayê gotûbêj dike

YE beşdarîya Tirkîyê di şerê navxwe yê Lîbîyayê gotûbêj dike

Biryar e îro wezîrên derve yên welatên Yekîtîya Ewropayê li ser mijara Tirkîyê û beşdarîya wê di şerê navxwe yê Lîbîyayê de bicive.

A+A-

Biryar e îro wezîrên derve yên welatên Yekîtîya Ewropayê li ser mijara Tirkîyê û beşdarîya wê di şerê navxwe yê Lîbîyayê de bicive. Berîya civînê Berpirsê Sîyaseta Derve ya Yekîtîya Ewropayê Josef Borrel ragihand ku peywendîyên wan li gel Tirkîyê baş nînin.

Li gorî daxuyanîya Komisyona Ewropayê, ewê pêwendîyên xwe yên dualî ligel Tirkîyê gotûbêj dikin. Tekez dike ku pêwîstîya wan bi sîyaseteke demdirêj ligel Tirkîyê heye, bi awayekî ku ligel pêgeha wî welatî weke endamê NATOyê bi gunce.

Dema çend salan e, Tirkîye bi sîyasetên navxweyî û derve, gelek welatên Ewropayê tûre kirine. Gotûbêjên sîyasî yên navbera Enqere û Brukselê niha jî negihiştine encamê.

Yekîtîya Ewropayê taybet ji bo mijara Tirkîyê dicive û dosyeyeke germ a pêwendîdar bi wî welatî, gotûbêj dike.

Di daxuyanîya Komisyona Ewropayê de hatîye gotin: “Em pêwendîyên xwe yên dualî ligel Tirkîyê gotûbêj dikin. Pêwîstîya me bi sîyaseteke demdirêj heye ligel Tirkîyê. Bi awayekî ligel pêgeha wî welatî weke endamê NATOyê guncaw. Divê em bersiv û karvedanên xwe derbarê gavên Tirkîyê, dîyar bikin, ku dibine sedema nearamîya navçeyayên rojhilatê Deryaya Naverast.

Nearamîya navçeyê bandorê li ser berjewendîyên sereke yên Yekîtîya Ewropayê dikin, di warên weke dosyeya koçberan, rûbirûbûna terorê, asayişa wizeyê û serwerîya welatên Yekîtîya Ewropayê de, lewma divê kar ji bo baştirkirina pêwendîyan ligel Tirkîyê bê kirin.”

Li Deryaya Naverast, Tirkîye mijûlî gera li pey petrol û xazê ye û herdu welatên Qubris û Yunanê, ku endamên Yekîtîya Ewropayê ne, dibêjin, Tirkîye binpêkirinê li serwerîya navçeyên wan ên deryayî dike.

Yekîtîya Ewropayê, di navbera razîkirina Yunanê, ku endama Yekîtîya Ewropayê ye û Tirkîyê de, ku endama NATOyê ye, di astengîyê de ye.

Berpirsê Sîyaseta Derve ya Yekîtîya Ewropayê Josef Borrel jî dibêje: “Me peyama xwe ya zelal arasteyî Tirkîyê kirîye, ku me tê de gotîye, Yekîtîya Ewropayê berevanîyê di ber biha, sînor û serwerîya welatên endamên Yekîtîyê dike. Lê hevdem Tirkîye jî hevbeş û hevpeymaneke girîng a NATOyê ye û divê ew arasteyên nerênî, ku niha di navbera me û Tirkîyê de hene, bêne rastkirin. Sîyaseta tolstandinê navçeya Deryaya Naverast cîgir û aramtir nake.”

Dosyeya Lîbyayê û şandina çekan ji alîyê Tirkîyê ve bo wî welatî, mijareke din e, ku pêwendîyên navbera Yekîtîya Ewropayê û Tirkîyê aloz kirine û Fransa Enqereyê bi binpêkirina xalên Kongireya Berlînê ya taybet bi qedexekirina gihandina çekan ji bo Lîbyayê tometbar dike.

Tirkîye jî Fransa bi hewldana ji bo têkdana rewşa navxweyî ya Lîbyayê tometbar dike.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin