Xwepêşanderan dest danîn ser kêlgeheka neftê

Xwepêşanderan dest danîn ser kêlgeheka neftê

Îro roja çarşemê 18- 12- 2019an xwepêşanderên Iraqê li parêzgeha Besrayê dest danîn ser kêlgeha neftê ya Rumêleyê û rêya Besra û Rûmeleyê jî girtin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Xwepêşanderan ji duhê va dest bi girtina rêya Besra û Rûmêleyê daxistibûn û bi ti awayî rê nedabûn karmendean fermî yên dewletê derbasî kêlgehê bibin û karên xwe bikin.

Kêlgeha Rûmêle li rojavayê Besrayê cîh digire û ji çend bîrên neftên pêk tê û digihê heta ser sînorê Kûwêytê.

Parêzgeha Besrayê jî li Başûrê Iraqê ye û weke şahdamarê aborîya Iraqê naskirîye. Lewre bîrên nefte yên berhemdar ên Iraqê hemû li Besrayê ne. Lêbelê hêjayî gotinê ye parêzgeha herî xizan a Iraqê ye û xelkê Iraqê ava vexwarin û nane xwarinê jî nikarin peyda bikin. Ji destpêka xwepêşandanan xelkê Besrayê jî dijî hikûmetê derketine kolanan û daxwaza xizmetguzarîyan dikin.

Ji destpêka Cotmehê va xelkê Iraqê dest bi xwepêşandanan kirîye û ji ber xwepêşandanan alozî di navbera xwepêşandanan û hêzên emnî da rû didin. Heta niha zêdetir ji 500 kes ji ber alozîyan mirine û herî kêm 16 hezar kes jî birîndar bûne.

Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin