Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Xeta Şîe û Berjewendîyên Kurdistan!

A+A-
Hinek tiştan divê em ji bîr nekin û li ser hûr hûr bisekinin:

1-İraq heta qirikê ketîye nav gerîneka terora İran a herêmê. Baskek ji Şieyên İraq ku, ev bask di serkirdetîya İraq de xwedî hêz û xwedî hewle; bicarekê de ketine bin kontrola Îran.  Îran, li gor berjewendîyên xwe yên herêmî, İraq desteser kirîye. Ev rewşa İraq wê zû raya piştgirên İraq, parêzgerên „yekitîya İraq" bide guhertin.

2-Rewşa İran a bi afirandina Atomê û stratejîya xeta Şîe; di Rojhilata naverast de ji Ewrûpa û Emerîka re tehdîtek ser berjewendîyên wan e. Îran, di Rojhilata Naverast de bi terorê ve têkildare; kar û berjewendîyên gire girê dinê dixe tehlûkê. Ev di berjewendîyên Kurdistan de ye.

Di virde İran du hedef dane ber xwe ku herdû hedef jî dijî berjewendîyên Ewrûpa û Emerîka ne. Ji bona damezirandina xeta şîe a rojhilata Naverast, İraq ji Îran re herêmek girînge.

Îran; bi stratejîya bi ser İraq re, yekem vê divêtîyê tîne cîh. Îran, İraq girtîye destê xwe û dagirkirîye. Li henber Kurdistan; lê di eslê xwe de berjewendîyên Emerîka û dostên wan dike hedef. Ji ber ku Kurdistanek serbixwe ji stratejîya xeta şîe a rojhilata Naverast re asteng dibîne. Armanc raser berjewendîyên Ewrûpa û Emerîka bi xwe ne.

"Washington Examiner", di raportek ku weşandîye de dibêje; „niha jî hêzên Iraqî dixwazin deriyê Fîş Xabûr, ku dikeve navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê, zeft bikin. Lê divê Amerîka nehêle tiştekî wisa bibe çimkî eger hêzên Iraqî û Heşda Şeibî, ku ji aliyê Îranê ve tên piştevanîkirin, sînorê navbera Herêma Kurdistanê û Sûriyê zeft bikin, dibe serkeftinek girîng û stratejîk bo Îranê. Wê çaxê Îran dikare bi hêsanî di navbera Sûriye û Iraqê de hereket bike û çek û cebilxanê derbasî Sûriyê bike." Di vê raportê de jî eşkereye ku armanç damezirandina xeta şîe bi xwe ye. Ev jî dîrekt di herêmê de berjewendîyên Emerîka û Ewrûpa, Îsraîl dixe bin tehdîdan. Wê ev hêzên navdewletî bê helwest nemînin û carek din wê ênîyek wek ênîya dijî DAÎŞ, li henber Terora îran derkeve ber me. Divê em bisebir herêmê bişopînin û berjewendîyên xwe biparêzin.

 

Ev têkilîya İraq bi Îran re û damezirandina stratejîya xeta Şîe; Ji Ewrûpa û Emerîka re tehdîdem mezin derdixe holê ku, ev di berjewendîyên Kurdan de ne. Ji ber ku tenê yek şensê Ewrûpa û Emerîka dimîne ku pêşî li xeta şîe û terora herêmê bigire û berjewendîyên xwe biparêze. Ev jî xwedîlêderketin û parastina Kurdistanek serbixwe ye. Ji ber ku bûyera avakirina dewleta Kurdistan, hin zeîfkirina İraq û hin jî pêşîlêgirtina hewdanên avakirina xeta şie bi xwe re tîne.

Di qada dîplomasî de; di demek kin de, li henber kertên di destê İraq û Îran de, wê kerta Kurdistan xurt bibe. Ew dewletên ku „yekitîya İraq diparêzin û dijî avakirina dewletek kurdistanî"ne, di demek kurd de wê raya wan bêt guhertin. A girîng ewe ku Kurd li ser îrada xwe xwedî biryar bin. Ev wê dostên Kurdan pir û dijminên İraq û Îran pir bike.

Bi raya min ku mecbûr nebe, hewce nake Kurdistan; di nav şerekî bi van hêzên terorê re, enerjîya xwe xerc bike. Dikare di parastinê de, bi danûstendin û bi dîplomasi, ji van sebebên ku min li jor nivîsî, fêdeyek mezin bigire..

Em ji bîr nekin, hewlên ku didin qezenckirin, ne tenê serkevtinên leşkerî ne: Serkevtinên dîplomatîk û siyasî ne. Hun dikarin di qada şer de destanan binivîsin û qahramanîyan tomar bikin; lê ku hun van serkevtinan nekin serkevtinên dîplomasîyê û siyasetê, tenê di xana we de „qahremanî" dimîne.

Amerîka û Îngiltere ketine dû Ebadî û hîn jî dixwazin bi riya Ebadî İraq rizgar bikin ji Îran. Lê ev ne mimkûne. Bi navê İqaq dewletek nemaye. İraq bi carekê de ketîye destê Şîistan û ji projeya İran a şîist re bûye bingeh. Ev bi şerê di navbera Pêşmerge û İraq re zelal bû. Lê hîn jî ev zelalî nehatîye pejirandin. Ez dibêjim wê li ser vê rewşê bi çend rûniştinên dîplomatîk re zelalî bêt pejirandin û raya pir dewletan wê bêt guhertin.

Mesela Amerîka eşkere dibêje ji İraq re "nabe ku tu bi terorîstên İran re bi çekê me êrîş bibe ser Kurdistan"(!) Ev hevok divê rast bêt xwendin. A din jî İran dibin zixtan deye û ev têkilîya bi Îran re, siyaseta İraq a şîist dixe bin mercekê.

Fermandarekî Pêşmergên Kurdistan bê ku nav bide dibêje; „belge hene ku heşdî şeibî bi alîkariya welatek derve êrîş kiriye ser navçeyên Kurdistanê û di şerê Pirdê de jî ew kesane di nav kuştiyan de hebûn."(!) Ev tê wateya ku ev welat Îran e û di çapemenîyê de jî eşkere bû ku bi sedan laşên pasdarên Îran bi destê „Xaça Sor" teslîmî Îran bûn.

Divê em van bibînin..Dan û stendin li ser van dimeşe. Niha hin di nav Yekitîya Ewrûpa (YE) de û hin di di nav endamên Kongre a Emerîqa de ev munaqeşe geş dibin.

Pir siyasetmedar, rewşenbîr û dewlet; dorpêça li ser Kurdistan û êrîşên ser Kerkuk û derdorê, îxaneta navxweyî bi referandûmê ve girêdidin. Lê ev ne raste. Referandûm bibûna, nebûna wê Îran dest bi hewlên pêşîlêgirtina Kurdistan bikira. Ev di hesabên İraq yên liser butça sala 2018an de eşkereye:

''Hikûmeta Iraqê dahata nefta Kerkûkê xistiye nav proje yasaya budçeya 2018ê ya Iraqê. Serokê îtîlafa dewleta yasa Nûrî Malikî û beşek YNKê hewl bo vê yekê didin ku nefta Kerkûkê ji aliyê şîrketa bazar kirina nefta Iraqê ya Somo ve bê firotin û ji Kurdistanê bê qutkirin."

Wek ku me dît ev berî referandûmê bi mehan hatîye pîlankirin: Di eynî pîlanan de; Ew parlementerên Kurd li Bexda ku piştgirîya projeya hêzên Haşdî Şabî ku bibe beşek ji artêşa İraq kirin; daxwaza beşek ji YNK li ser dana nefta Kerkuk ji bona Bexda, pîlanên pêşîlêgirtina referandûmê û bi îxanetê teslîmkirina Kerkuk, yek bi yek hevdû temam dikin. Hedef pêşîlêgirtina serxwebûna Kurdistan û xurtkirina xeta şîe a Rojhilata Naverast bi xwe ye. ^

Bêdengîya PKK-PYD, Tevgera Goran û Komela İslamî eşkere dike ku ew jî bi beşek bi YNK re têkildar, di nav van karesatan de cîh girtine.

28.10.2017

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin