Xalên Mutebeqeta di Navbera Tirkîye Rûsyayê de çi ne?

Xalên Mutebeqeta di Navbera Tirkîye Rûsyayê de çi ne?

Doh, 22yê Çiriya Pêşiyê, Tirkiye û Rûsyayê di derheqê Rojavayê Kurdistanê û Surîyê mutebeqetek îmze kirin

A+A-

Navenda Nûçeyan- Doh, 22yê Çiriya Pêşiyê, Tirkiye û Rûsyayê di derheqê Rojavayê Kurdistanê û Surîyê mutebeqetek îmze kirin

Li gor agahîyan xalên mutebeqetê ev in:

1. Herdû alî jî ji bo parastina yekîtîya siyasî û yekparçeya axa Sûrîyê û parastina ewlehîya neteweyî ya Tirkîyê biryardarîya xwe pesend dikin.

2. Ji bo têkoşîna li dijî hemû terorîzm, peydabûna wan û badilhewakirina rojevên cihêkarî yên li ser axa Sûrîyê ew biryardarîya xwe dîyar dikin.

3. Di vê çarçoveyê da Tel Ebyad û Resûleyn jî di nav da ew qada 32 kîlometre ya ku di nav qada Herekata Kanîya Aştîyê da cih digire wê bê parastin.

4. Herdu alî giringîya Hevpeymana Adanayê pesend dikin. Federasyona Rûsyayê dê asankarîyê di cîbicîkirina Hevpeymana Adanayê da, bike.

5. 23ê Cotmeha sala 2019an saet ji 12.00î bi şûn va polêsên eskerî yên Ûris û mihafizên sînor ên Sûrîyê ji bo ku hêzên YPGê û tevlî çekên wan li derveyê qada Herekata Kanîya Aştîyê li alîyê sînorê Sûrîyê dimînin bi qasî 30 kîlometre dûr bixin wê biçin wê derê. Ev kar wê di nav 150 saetî da bê temamkirin. Di heman saetî da ji bilî bajarê Qamişloyê wê bi qasî 10 kîlometre ber bi hûndir va li rojhilat û rojavayê sînorê qada Hereketa Kanîya Aştîyê dewrîya hevpar a Tirk-Ûris dest pê bike.

6. Hemû endamên YPGê tevlî çekên xwe wê ji Minbic û Tel Rifatê bên derxistin

7. Herdu alî jî ji bo rê li ber terorê ya ku hewl dide bi dizî derbas bibe bê girtin wê hewl bidin û tewdîrên hewce dike wê hildin.

8. Ji bo ku penaber awayeke bi dil vegerin û vegera wan bê hêsankirin wê bi şirîkatî xebat bên kirin.

9. Bi armanca miqatebûna sepandin û kordîneya vê muxtirayê wê sihêtîyeke hevpar û mekanîzmaya piştrastkirinê bê damezrandin 

10. Herdu alî di çarçoveya Mekanîzmaya Astanayê da bi armanca ku ji bo îxtilafa Sûrîyê çareserîyeke sîyasî ya mayînde bê dîtin wê xebatên xwe bidomînin piştevanîya kar û xebatên Komîteya Makezagonê bikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin