WHOyê li cihanê rewşa awarte ragihand

WHOyê li cihanê rewşa awarte ragihand

Rêxistina Tendirustîya Cîhanê (WHO) piştî civîna taybet ji bo berengarbûna vîrusa koronayê, li seranserê cîhanê rewşa awarte ragihand.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Doh roja pêncşemê 30.01.2020an WHOyê derbarê belavbûna vîrusa koronayê daxuyanîyek belav kir û ji bo berengarbûna wê vîrusê, ‘rewşa awarte ya navdewletî’ ragihand.

Herwiha li gor WHOyê li cihanê heta niha li derveyî Çînê ti kes ji ber vîrusa koronayê nemirîye ku ew vîrus li 23 welatan belav bûye.

Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane bûye 170 kes. Karbidestên saxlemîyê yên Çînê radigihînin ku vîrusa korona ketîye canê 7711 kesî û 81000 kes jî jiber gumana wê nexweşîyê di bin çavdêrîyê de ne.

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin