Wezîrê Hikûmeta Kurdistanê bersiv da bertekên bo Pûlên serdana Papa

Wezîrê Hikûmeta Kurdistanê bersiv da bertekên bo Pûlên serdana Papa

.

A+A-

Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ano Cewher Ebdulmesih Ebdoke, li ser mijara wêneyên pûlên taybet yên serdana Papayê Vatîkanê Papa Fransic bo Herêma Kurdistanê hatine amadekirin daxuyanî da.

Wezareta Derve ya Tirkiyê û partiya deshilatdar a Tirkiyê AKPê ji ber hebûna nexşeya Kurdistanê li ser wêneyekî pûla bo serdana Papa hatibû amadekirin, bertekek tund nîşan dane ku dibêjin, çend bajarên Tirkiyê ango Bakurê Kurdistanê jî di nav wê neşxeyê de hatine nîşandan û vê yekê bi tundî red dikin.

Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ano Cewher Ebdulmesih Ebdoke, ji bo wêneyê pûla dema pêşwazîya Papa ragihand, ew dîzayna destpêkê bû û hêj biryar li ser nehatiye dayîn.

Ano Cewher Ebdulmesih Ebdoke bi daxuyaniyekê got, bi boneya serdana Papa Fransic bo Hewlêrê, Wezareta Veguhestin û Gihandinê ya Hikûmeta Kurdistanê 6 pûlên postê amade kirine, lê biryara dawî hêj li ser wan nehatiye dayîn.

Wezîrê Hikûmeta Kurdistanê herwiha diyar kiriye, rewşa dawî ya wan pûlên ji aliyê komek hunermend û dîzayneran ve hatiye amadekirin hîn nehatiye dayîn û piştî ji aliyê pisporên wezaretê ve bê pesendkirin jî bi zimanên Kurdî, Erebî, Suryankî û Tirkmenî dê bêne çapkirin.

Cewher daye zanîn ku ew tim li gorî destûr û rêzgirtina li serwerî û erda Iraqê tevdigerin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin