Wezîrê Derve yê Sûrîyê diçe Moskowê: Gelo pirsa Kurdî tê gotûbêjkirin?

Wezîrê Derve yê Sûrîyê diçe Moskowê: Gelo pirsa Kurdî tê gotûbêjkirin?

Biryare îro Dûşemê, Wezîrê Derve yê Sûrîyê serdana Rûsyayê bike. Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, Marîya Zaxarova ragihand, dê di debarê rewşa Sûrîyê û komîteya nivîsîna destûra nû ya Sûrîyê

A+A-

Navenda Nûçeyan- Wezîrê Derve yê Sûrîyê, Welîd el-Muellim, îro serdana Moskowê dike û ligel hevtayê xwe yê Rûs, Sergey Lavrov dicive. Di serdana xwe de, Welîd el-Muellim, hejmarekê ji mijarên girêdayî Sûrîyê û pêwendîyên navbera herdu welatan ligel Lavrov gotûbêj dike.

Serdana el-Muellim di çarçoveya civîna duwazdem a Komîteya Rûsî-Sûrî ya Herdemî ji bo Hevkarîya Bazirganî, Aborî, Zanistî û Teknîkî de ye.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Marîya Zaxarova ragihand, roja 23ê vê mehê (Kanûn), Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov pêşwazîyê li hevtayê xwe yê Sûrî Welîd el-Muellim dike.

Li gorî Zaxarova, tê pêşbînîkirin ku hejmarek ji mijarên hevbeş bêne gotûbêjkirin, bi taybetî rewşa Sûrîyê û derdorê, herwiha karê Komîteya Destûrê li Cinêvê û mijarên girêdayî ji nû ve avakirina Sûrîyê piştî bidawîhatina milmilanî û şer û pevçûnan, û hêsankarîya vegera penaberên Sûrî.

Zaxarova dîyar kir, ku guhdaneke mezin dê bi pêwendîyên bazirganî û aborî û mirovî yên navbera herdu welatan bê dan.

Herwiha tê pêşbînîkirin, mijarên girêdayî Idlib, Rojhilatê Firatê, Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bêne gotûbêjkirin.

Heta niha di acendaya wan hevdîtinan de nehatîye eşkerekirin ku gelo mijara Pirsa Kurdî, yan jî navbeynkarîya Moskowê di navbera alîyên Kurdî û Şamê de dê bê gotûbêjkirin an na.

Herwiha nehatîye zanîn jî ku Welîd el-Muellim dê ligel Lavrov mijara danûstandinên HSDê, Rêveberîya Xweser, MSDê yan jî ENKSê yên bi Hikûmeta Sûrîyê re gotûbêj bike an na.

Derbarê pirsa Kurdî de jî, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Wezîrê Derve yê wî welatî, Sergey Lavrov bêhtir ji carekê nîşan bi wê yekê dabûn, ku pêwîst e mafên Kurdan li Sûrîyê bêne parastin û tekezî li ser girîngîya dîyalogê di navbera hikûmeta Sûrîyê û Kurdan de kirine.

Binke, balafir, şêwirmend û hêzên leşkerî yên Rûsî jî li Sûrîyê hene, bi taybetî li bakur û rojava û rojhilatê wî welatî, di nav de jî navçeyên Rojavayê Kurdistanê.

Niha jî Rûsya hewl dide hêzeke leşkerî ji kesên deverê, li Cizîra Rojavayê Kurdistanê damezrîne û li Balafirxaneya Qamişlo û çend navçeyên din li Cizîrê, binkeyên xwe xurttir dike.

 Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin