Wezîrê Derve yê Amerîkayê û Mesrûr Barzanî bi rêya telefonê axivîn

Wezîrê Derve yê Amerîkayê û Mesrûr Barzanî bi rêya telefonê axivîn

.

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23.4.2021 pêwendiyeke telefonî ji Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ve pê gihîştiyê.

Di vê pêwendiyê de guftûgo li ser çend pirsên cihê girîngiya her du aliyan hat kirin. Derbarê pêşhatên rewşa asayişa navçeyê de, her du aliyan bi tundî êrîşên bi roketan û êrîşa bi firokeyên bêfirokvan ên li dijî Herêma Kurdistanê û binkeyên Iraqê û hêzên Hevpeymanên Navdewletî şermezar kirin.

Her du alî hevnêrîn bûn li ser girîngiya yekrêziya di navbera hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê û her wiha pêwîstîbûna bi hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Îraqê û girîngiya berdewambûna piştgîriya hêzên Pêşmerge û hêzên ewlekarî yên Îraqê di şerê dijî DAIŞê de.

Pesendkirina yasaya budceya giştî ya federal û çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê mijareke din a guftûgoyên di navbera Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Amerîkayê bû. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaja bi karnameya çaksaziya Hikûmetê kir bi arasteya zêdekirina dahatê bi riya encamdana rêxistinkirina darayî ya giştî û daxwaz ji Wezîrê Derve yê Amerîka jî kir ku di warên teknîkî û handana sermayadarên Amerîkî li Herêma Kurdistanê û di bi taybetî jî di warên bankî û weberhênanê de piştgîriya Hikûmeta Herêmê bike.

Di pêwendiya telefonî de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken pêşwazî li derxistina yasaya budceya giştî ya federalî kirin. Mesrûr Barzanî diyar kir ku Hikûmeta Herêmê çaverê dike ku Bexda di demeke herî nêz de, heqên darayî yên Herêma Kurdistanê bişîne. Herwiha tekezî li pabendbûna Hikûmeta Herêmê bi yasayê kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin