Wezîrê Berevaniya Tirkiyê: Helîkopterên me nikarin dakevin

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê: Helîkopterên me nikarin dakevin

.

A+A-

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê derbarê operasyonên hêzên wan li nav axa Başûrê Kurdistanê dibêje, “helîkopterên me nikarin dakevin û hinek welatan mûşek dane PKKê.”

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar ku duh li Şirnexê serdana binkeyên leşkerî yên welatê xwe kiribû li ser sinorê Başûrê Kurdistanê, îro li Eskîşehîrê çû wê navendê ku operasyonên hêzên asmanî lê tên birêvebirin.

Hulusî Akar li wê navendê behsa dawî operasyon û êrişên li nav axa Başûrê Kurdistanê kir û got, “Helîkopter nikarin tekerên xwe danin erdê. Heta niha tişta pêwîst hatiye kirin.”

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê behsa hebûna mûşekên di destê PKKê de kir û got, “Mixabin hinek welatên ku me dost dizanin mûşek dane PKKê. Lewma ev hemû ji bo me metirsiyên mezin in, rîskeke mezin e.”

Hulusî Akar hinek amarên şer jî belav kirin û li gor wî, heta niha 53 gerîlayên PKKê di êrişên hêzên wan de jiyana xwe ji dest dane û 7 leşkerên wan hatine kuştin.

Akar behsa şikeftekê kir ku li gor gotina wî hêzên wan dest danîne ser gelek çek û cibilxane û bi gotina wî di wê şikeftê de 7 gerîlayên PKKê jî jiyana xwe ji dest dane.

Akar behsa coreyên hinek çekên destê gerîlayên PKKê de jî kir û got, “Heta niha bi giştî 16 çek û derdora 3 hezar cebilxane hatine bidestxistin. 2 doçkayên bi kumanda jî hene. Çeka Zagros a bi dûrbîn ya nîşangiran, Bixi, qenas, RPG, M-16, kaleşnîkov hene. Bombeavêj û sîstemên ragihandinê yên teknolojiya pêşketî û cûr bi cûr hene. Dokument û belge hene.”

Artêşa Tirkiyê roja 23ê Nîsana borî, destpêkirina operasyoneke nû li dijî gerîlayên PKKê ragihand ku navenda wê operasyonê herêma Metîna ye û digihije heta Avaşîn û Basyanê.

Metîna herêmeke stratejîk e ji bo PKKê û Tirkiye hewl dide bi avakirina binkeyên serbazî li wê herêmê tevgera gerîlayên PKKê ya di navbera Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê de qut bike.

Berpirsên Kurd hişyariyê didin ku artêşa Tirkiyê li 3 kîlometre nêzikî gundê Kestê serbaz bicih kirine û di operasyonên xwede pêş dikeve bo nav axa Başûrê Kurdistanê.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu berî du rojan li ser armanca operasyonên dawîn ragihandibû, “Herêma Metîna devereke girîng e. Weke li Sûriyê, em dê li vir jî binkeyan ava bikin û deverê kontrol bikin. Ev herêm xeta derbasbûna bo Qendîlê ye û em dê vê xetê kontrol bikin.”

Tirkiye ji bo operasyonên xwe yên li nav axa Rojava û Başûrê Kurdistanê û avakirina hejmareke zêde ya binkeyên serbazî, “parastin û dabînkirina ewlekariya sînorên xwe” wek hinceta sereke nîşan dide.

Tirkiye jibilî Bakurê Kurdistanê heyameke dirêj e li nav axa Başûrê Kurdistanê jî li dijî gerîlayên PKKê operasyonan pêk tîne û jibilî bikaranîna helîkopter, firokeyên şer, firokeyên bêfirokevan, vê dawiyê dest bi şandina zêdetir hêzên bejayî kiriye û hejmareke zêde ya binkeyên serbazî ava kirine.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) a PKKê Murat Karayilan jî berî du rojan derbarê êrişên Tirkiyê de ragihandibû, Tirkiye dixwaze, “Şer giran bike, gerîla ji herêmê derxîne û li wan herêman bi cih bibe, herêma tampon çê bike, qada stratejîk dagir bike û bi vî rengî destkeftên gelê Kurd hemûyan bixe bin kontrola xwe.”

Fermandarê NPGê ku ev şer wek hêj “destpêk” binav kiribûn, diyar kiribû, artêşa Tirkiyê li gel her cure teknîkê û derfetên xwe, bi “çeteyên ku ji Sûriye” anîne êrişî hêzên wan dike.

Rûdaw


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin