Wezîra Derve ya Swêdê pêşwazî li şandeke Rêveberiya Xweser kir

Wezîra Derve ya Swêdê pêşwazî li şandeke Rêveberiya Xweser kir

.

A+A-

 Şandeke Rêveberiya Xweser serdana Swêdê kir û roja Çarşemê 1ê Tîrmeha 2021 li Stockholma paytexta wî welatî li gel Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde civiya.

Şanda Rêveberiya Xweser ku serdana Swêdê kiriye, ji Cîgirê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd, Nûnerê Rêveberiya Xweser li Swêdê Şiyar Elî û endmaê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Meclisa Sûriya Demorkatîk (MSD) Elî Rehmûn pêk tê.

Li gor zanyariyan, herdû aliyan şerê li dijî terorê, ewlekarî û aramiya navçeyê, piştevaniya Rêveberiya Xweser û binpêkariyên Tirkiyê gotûbêj kirine.

Wezîra Derve ya Swêdê behsa rola mezin a HSDê di şerê dijî terorê de û parastina ewlekarî û aramî li navçeyê kiriye, Şanda Rêveberiya Xweser jî behsa binpêkariyên Tirkiyê li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî kiriye.

Medyaya ser bi Rêveberiya Xweser ve ragihandiye, di hevdîtinê de şanda rêveberiyê behsa biryarên daîreya koçberiyê ya Swêd ên li dijî welatiyên Rojava kiriye û ji Wezîra Derve ya Swêdê re gotiye ku ew biryar ne da adilane û siyasî ne.

Têkildarî hevdîtinê, Wezîra Derve ya Swêdê wêneyê xwe û Bedran Çiya Kurd li ser twitterê belav kiriye û nivîsiye: “Hevdîtinek bi Bedran Ciya Kurd re ji Rêveberiya Xweser AANES, li bakurê rojhilatê Sûriyê. Gotûbêjên li ser rewşa siyasî li herêmê û li ser hewldanên wan li dijî terora DAIŞê.”

Li gor medyaya Rêveberiya Xweser, Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linda di vê hevdîtinê de ragihandiye: “Em bi pêkanîna têkiliyan bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, MSD û HSDê re ku rola wan a mezin di têkbirina terorê li Sûriyê û parastina ewlehî û aramiya herêmê û dabînkirina jiyana birûmet ji milyonan sûrî re kêfxweş in. Em rola wan pîroz dikin.”

Ann Linda herwiha tekezî li ser wê yekê kiriye, ku pêwîst bû HSD beşdarî di kongreya Hevpeymaniya Navdewletî de bibûya, ji ber ku şirîkê wê yên bingehîn e.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin