
Wezareta Xwandina Bilind: Sala xwandinê ya 2019-2020 xilas bû
Wezareta xwandina bilind ya Herêma Kurdistanê, sala xwandinê ya 2019-2020 xilas kir û ragihand, tevahîya xwandekaran dê li ser esasê nimreyên xwe yên nîva yekem ya salê bên nirxandin.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Nêzîkî du meh û nîv e ji ber belavbûna vîrusa Koronayê û pilana hikûmeta Kurdistanê bo rûbirûbûna wê vîrusê, xwandin û perwerde li Başûrê Kurdistanê hatine sekinandin.
Ji ber wê jî çend roj berê wezareta perwerde ya Kurdistanê sala perwerdeyê ya 2019-2020 xilas kir.
Wezareta xwandina bilind jî biryar da sala îsal ya xwandinê xilas bibe û ragihand, ew xwandekarên ku di nîva yekem ya salê de qebûl bûne dê heman nimreyên wan bo nîva duyem jî were hesibandin û qebûlkirin. Yên ku qebûl nebûne jî dê rêveberîya peymangeh û zankoyan li ser qedera wan biryar bidin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin