Wezareta tenduristîya Kurdistanê: Li Silêmanîyê yek ji nexweşên Koronayê mir

Wezareta tenduristîya Kurdistanê: Li Silêmanîyê yek ji nexweşên Koronayê mir

Tenduristîya Silêmanîyê: Em hîn piştrast nînin

A+A-

Navenda Nûçeyan - Wezareta tenduristîya Kurdistanê ragihand, yek ji nexweşên Koronayê li Silêmanîyê canê xwe ji dest da. Tenduristîya Silêmanîyê jî dibêje, hîn piştrast nebûye.

Qasekî berîya niha, wezareta tenduristîya Kurdistanê ragihand, yek ji wan kesên ku li Silêmanîyê bi nexweşîya Koronayê ketine, canê xwe ji dest da.

Li gorî agahîyan, ew kesê han melayekî 63 salî bû.

Lê cîgirê berpirsê giştî yê tenduristîya Silêmanîyê, Hêriş Selîm ji BasNewsê re got, di têsta yekem de netîce pozîtîf bû lê hîn bersiva têstên duyem û sêyem nehatîye, ji ber wê jî em bi temamî piştrast nînin ka wî melayî ji ber Koronayê canê xwe ji dest daye.

Hêriş Selîm da zanîn, ew mela nexweşîya wî ya penceşêra xwînê jî hebû û got, em li bendê ne netîceya têstên duyem û sêyem ji Bexdayê bên da ku em piştrast bibin wî melayî ji ber Koronayê can daye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin