Wezareta Pêşmerge û Wezarta Berevanîya Iraqê îro sê xalan gotûbêj dikin

Wezareta Pêşmerge û Wezarta Berevanîya Iraqê îro sê xalan gotûbêj dikin

Şandeke Wezareta Berevanîya Iraqê îro gihîşt Herêma Kurdistanê û li gel Wezareta Pêşmerge karê hevbeş û zêdebûna tevger û êrîş û çalakîyên DAIŞê gotûbêj dikin.

A+A-

Liv û tevgera DAIŞê bi taybetî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberîya Herêma Kurdistanê û hinek navçeyên Sunnenişîn ên Iraqê  zêde bûne. Êrîşên wan li navçeyên cuda yên sînorê Xaneqînê heta sînorê Kerkûkê û Mexmûr zêde bûne.

Cîgirê Serfermandarê Pêşmerge, Lîwa Qareman Kemal ji Rûdawê re ragihand: “Artêşa Iraqê hinek caran operasyonan li dijî DAIŞê li wan navçeyan encam dide. Lê pirsgirêk bi operasyonan çareser nabe. DAIŞ di dema operasyonê de vedikişe û piştre vedigere. pirsgirêk bi bicihkirina hêzê çareser dibe.”

Şandên Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanîyê ya Iraqê heta niha sê civîn kirine û îro li Hewlêrê civîna çarem jî dikin.

Li gor raporta Peymangeha Navdewletî ya ji bo Rûbirûbûna Terorê, di çarêka yekem a îsal de DAIŞê li Iraqê 566 êrîş pêk anîne. Li gorî raportê, êrîşên DAIŞê di sala 2019an de berawird bi sala 2018an, nêzîkî 200 êrîşê zêde bûn.

Herwiha sala 2020an, yekem car bû 15yê Gulana 2020an, vîdyoyeke 50 xulekî, bi navê serjêkirin belav kir, tê de, wan kiryarên nîşan dide, ku sala 2020an li Iraqê encam dabûn.

Tevgera çekdarên DAIŞê bêhtir li navçeyên Kurdistanî yên derveyî rêveberîya Herêma Kurdistanê, û hinek navçeyên Sunnenişîn ên Iraqê ne. Êrîşên wan ji navçeyên cuda yên sînorê Xaneqîn heta sînorê Kerkûkê û Mexmûr zêde bûne.

Ji 16yê Oktobera 2017an ve hevahengî di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de, kêm bûye.

Ev çarem civîna Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanîyê ya Iraqê ye.

Li gor zanyarîyan, danûstandinên herdu alîyan dê li ser sê xalan dibe: “Dirustkirina hevahengîyê ji bo tijîkirina wê valahîya ewlehî, ku di navbra herdu hêzan de heye, herwiha dirustkirina Odeya Operasyonên Hevbeş û danîna bazgeha hevbeş di nav Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de, li derîyên bajaran, li Kerkûk, Dîyale û Neynewayê.”

Eger Wezareta Pêmerge û Wezareta Berevanîyê ya Iraqê bigihêjin rêkeftinê, wê yekem rêkeftina fermî be, di navbera herdu alîyan de, piştî bûyerên Oktobera 2017an.

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin