Wezareta Pêşmerge daxuyaniyek belav kir

Wezareta Pêşmerge daxuyaniyek belav kir

.

A+A-

 Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekî de êrîşa mûşekî ya şeva borî ser Hewlêrê şermezar kir û teqez kir, ti demekê destên qirêj ên nehez û terorîstan nikarin aramî û avadaniya herêma Kurdistanê têkbibin.

Îro 16.02.2021ê wezareta Pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî ve êrîşa ser Hewlêrê şermezar kir û amaje bi wê yekê ji kir ku di bi awayekî tund li hember wan rawestin ku dixwazin aramî, asayîş û avadaniya herêma Kurdistanê têkbidin.

Daxuyaniyê de amaje bi wê yekê jî hate kirin ku hemwelatî û xelkê ezîz yê Kurdistanê em piştrast dikin ku hêza Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam amadeye bo berevanî û parastina selametiya gel û axa Kurdistanê.

Wezareta Pêşmerge balkêşa ser wê yekê jî ku naha ji hemû demekê zêdetir pêwîstiya me bi yekrêziyê, yekhelwêstiyê û yekdengiyê heye. ‘’Bi îradeya bilind a ji pola ya Pêşmergetiyê ve em terorîstan dê têkbibin û rê nadin bi ti awayekî jiyana hemwelatiyan bikeve metirsiyê.’’

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat ragehandin ku her êrîşek bo ser hêzên hevpeyman, êrîş kirine li ser Pêşmerge û xelkê Kurditanê. ‘’Em li gel dostên xwe yên Hevpeymaniya Navnetewî ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê, rêyeke dûr û salên dirêj me li gelhev li eniya tekoşîna teror û têkşikandina terorîstan ji bo seqamgirî û asayîşa herêm û navçeyê de kar kiriye’’

Wezareta Pêşmerge serxweşî li qurbaniyên bûyerê kir û hêviya selametî û şîfaya bilez ji bo birîndaran xwest  û hêvî û daxwaza aramî û asayîş bo herêma Kurdistanê xwest.  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin