Wezareta Navxwe hişyarî da grûpa ser bi PKKê ve: Hewlêr xeta sor e

Wezareta Navxwe hişyarî da grûpa ser bi PKKê ve: Hewlêr xeta sor e

.

A+A-

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê hişyarî da grûba ser bi PKKê ya bi navê “Aştî û Azadî” û got ku "Gelek hemwelatiyên bi regeznameya Ewropayê şandine herêmê da ku wan wekî amûrekê ji bo têkbirina aramiya li Herêma Kurdistanê bikar bînin.”

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê îro Pêncşemê 10ê Hezîrana 2021ê bi daxuyaniyekê ragihand ku “Piştî ku çekdarên PKK di demên berê de çend caran êrîşî ser Pêşmerge û hêzên asayişa Herêma Kurdistanê kirine û çend efser û pêşmerge şehîd û birîndar kirine, hewl dane ku ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê têk bidin. Mixabin di rojên borî de 6 pêşmerge şehîd û çend pêşmerge jî birîndar kirin.”  

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Ji ber hebûna çekdarên PKKê, bi salan e bi sedan gundên li herêmên ser sînor hatine valakirin û gelek zerarên madî li welatiyên van deveran bûne. Di heman demê de her tim hewl dane destwerdanê di kar û barên navxweyî yên Herêma Kurdistanê de bikin. Bi awayên cuda cuda van rojan jî li nava herêma Kurdistanê di çarçoveya pilanên xwe de yên li dijî Herêma Kurdistanê û bi alîkarîya destekî navxwe dixwazin alozî û nearamîyê çê bikin. Çend hemwelatiyên xwedî nasnemaya Ewropî şandine Herêma Kurdistanê da ku wan wek amûrekê têkdana aramiya li nav Herêma Kurdistanê di bin navê grûpa bi navê Aştî û Azadiyê de bi kar bînin.”

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê hişyarî dide û dibêje: “Parastina aramiya Herêma Kurdistanê bi giştî û Hewlêra paytext xeta sor e û em rê nadin ku ev aramî bi ti behaneyekê û di bin navê ti grûpekê de bê têkdan.”

Wezareta Navxwe herwiha bang li wê grûpa bi navê  “Aştî û Azadiyê” dike ku “xwe ji bo xerakirina rewşa ewlekariyê ya li herêmê neke amûrek. Eger bi rastî aştî û aramî dixwazin, bila biçin Qendîlê ji ber ku tundî û nearamî ji wir tê. Divê ev kom daxwaz ji PKKê bikin ku êdî destwernede nava karûbarên Herêma Kurdistanê nekin û sînorekî ji bo şerkerfiroşên xwe deyne û dijîtiya gelê aştîxwaz ê Herêma Kurdistanê neke.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin