Weşanxaneya NAyê “Seta Êzdiyatiyê” weşandiye

Weşanxaneya NAyê “Seta Êzdiyatiyê” weşandiye

.

A+A-

Weşanxaneya NAyê “Seta Êzdiyatiyê” weşandiye ku di setê de 5 pirtûk hene û ev pirtûk behsa bawerî, çand, ziman, huner û dîroka êzidiyan dikin.

Weşanxaneya NAyê 5 pirtûkên derbarê êzidiyan de bi navê “Seta Êzdiytiyê” çap kiriye.

Kemal Tolanî ev pirtûk amade kirine ku di wan de li ser êzidiyan gelek dokuman,

serpêhatî, kevneşopiyên êzidiyan, zargotin, çîrok, mijarên aktuel, hevpeyîn, bîranîn, nirxandin, klam û stranan cîh girtine.

Weşanxaneyê di metna danasînê ya setê de wiha behsa van pirtûkan kiriye:

“Yek ji taybetiya vê xebatê ev e ku, beşekê berfireh yê vê xebatê bi şahid û kesên Êzdî, yên li qada xebatê bakûr, başûr, rojhilat, rojava û Ewropa yê ne hatine berhevkirin, Ev berhemên vê setê bersivên van pirsan jêr bi alîkariya tablo,wêne, nexşe û belgeyan didin:

Di Êzdiyatiyê de Naskirina Xwedê? Êzdiyatiya Berî Dema Şêx Adî li Ser çend Çîna Bûye? Di Kurdîstanê de Erdên Êzdiyan? Mîrgehên Êzdiyên li Bakurê Kurdîstanê? Erdên Êzdiyên li Başûrê Rojavayê Kurdistanê? Erdên Êzdiyên li başûrê Kurdîstanê? Xwedan û Ocaxên Êzdiyan? Sembolên Êzdiyan? Ziyaret û hin cihên pîroz yên Êzdiyan? Rewşa Êzdiyan a îro? Rewşa Êzdiyan a demografik?" 

Pirtûkên ku di setê de ne ev in:

1-Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê – I –

2-Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê – II

3-Dîroka Êzdiyan a di dokumentan û zargotinê de

4-Çîrokên ku şahidiya kevnariya mîtologiya Êzdahîtiyê dikin

5-Hevpeyvîn, Nirxandin û Bîranînên Hinek Êzdiyan

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin