Weqfa Mezopotamyayê deh salîya xwe kire belgefîlm

Weqfa Mezopotamyayê deh salîya xwe kire belgefîlm

.

A+A-

Weqfa Mezopotamyayê deh salîya xwe kire belgefîlm û li ser platforma YouTubeyê bar kirîye.

Weqfa Mezopotamyayê yek ji wan sazî û dezgehan e ku ew karûberên çand, ziman û akademîk dike.

Wê heta niha çendîn xebatên akademîk kirine û wekî kitêb çap kirine.

Weqf, kar û xebatên standartkirina zimanî dike û wê bi navê “Rêbera Rastnivîsînê” rênivîsek amadekirîye bo standartkirina zimanê kurdî (kurmancî). Berpirs û xebatkarên weqfê kombexatan li ser standartkirina zimanî dikin û wan lijneyeka berfireh ya akademîsyen û lêkoleran heye. Di lijneya wan da ji her çar alîyê Kurdistanê nivîskar, zimanzan û akademîsyen cih digirin.

Di belgefîlmê da 20 kes diaxivin û behsa serborî û kar û xebatên weqfê dikin.

Ji fikra avakirina wê heta hemî karên wan; armanc û daxwazên wan hemî di belgefîlmê da hatine axaftin.

Çend gotin ji nava belgefîlmê:

Di belgefîlmê da Mahmut Îlhan behsa fikra avakirina Weqfa Mezopotamyayê dike, ew ligel çendîn akademîsyenên li stenbolê axivîye û fikra avakirina weqfê ligel wan şêwirîye ku bi vî awayî dest bi xebatên xwe yên avakirinê kirine.

Mehmet Dursun destnîşan dike ku du hevalên wî hatine û jê ra gotine ku em dixwazin zanîngeheka bi zimanê kurdî ava bikin. Dursun keyfxweşîya xwe ya li hemberî wê pêşnîyazê tîne ziman û dibêje pir li xweşa min çû. Li ser vê keyfxweşîya xwe, Dursun diçe û çendîn hevalên xwe yên din ji vê proje û pêşnîyazê agehdar dike. Dursun û hevalên xwe lijneyekê ava dikin bi armanca avakirina weqfê. Di heman demê da ew komxebatan pêk tînin, gava ku zanîngeh ava bû ka dê rewşa wê çawa be, dê kîjan fakulte vebin û dê kîjand ders bêne dayîn, hemî di komxebatê da têne axaftin û bingeha wê tê danîn.

Bahoz Baran behsa karên standartkirina termînolojî û zimanî dike. Ew balê dikêşe ser wê çendê ku divê berî avakirina zanîngehê bingeha wê bê danîn. Baran vê bingehê wiha şirove dike û dibêje materyal û mufredat lazim in. Ji bo vê jî xebatên kolektîf û yên standartkirina zimanî lazim in. Ji ber van egeran jî Baran destnîşan dike ku wan berê xwe daye termînolojîyeka hevpar ji bo gelek warên zanistê û wan dest bi amadekirina Rêbera Rastnivîsînê kirîye.

Danasîna Belgefîlmê:

Weqfa Mezopotamyayê dixwaze zanîngehekê ava bike ku hemû beşên civakê bikarin xwe tê da bibînin û di zimanên xwe da perwerdehîyê bikin. Zanîngeha ku ava bibe dê pirzimanî be, di serî da kurdî û bi gelek zimanan perwerdehîyê bike. Weqfa Mezopotamyayê ji bo bingeha zanîngeh û perwerdehîyê ava bike xebatên standardkirinê dike. Ev belgefîlm, li ser karên wê yên deh salan hatîye amadekirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin