Wênekêşê Kurd bi wêneyên pêşmerge xelateke navndewletî wergirt

Wênekêşê Kurd bi wêneyên pêşmerge xelateke navndewletî wergirt

.

A+A-

 Wênekêşê Kurd Yûnis Mihemed bi albûma xwe ya "Birînên Vekirî", ku ji wêeneyên pêşmergeyên di şerê DAIŞê de birîndar bûne pêk tê, di pêşbirka wênekêşiyê ya navneteweyî li Moskowê de Medalya Zêrîn wergirt.

Di Pêşbirka Wêneyên Navnetewî ya Moskowê (Moscow Interinational Photo Awards) de wêneyên ku Yûnis Mihemed girtine, di beşa Editoreal/Conflict Categori de pileya yekem bi dest xist.

Yûnis Mihemed ji Rûdawê re ragihand ku ew bi albuma xwe ya bi navê "Birînên Vekirî" ku ji 7 wêneyên pêşmergeyên di şerê dijî DAIŞê de birîndar bûne pêk tê, beşdarî pêşbirkê bûye.

Yunus Mihemed, ku di heman demê de rojnamevan e, got: "Ev wêne beşek in ji projeyekê ku têkoşîna Pêşmerge ya li dijî DAIŞê belge dike."

Mihemed da zanîn ku ew bûye şahidhalê gelek çîrokên bi lehengî yên Pêşmerge û got, "Pêşmergeyên ku çek rakirine, ne ji ber ku mecbûr bûn, lê ji ber ku ya rast ev bû û ya ku divê were kirin ew bû beşdarî wî şerî bûn. Mixabin, êşa wan piştî ku ew vegeriyan malê jî bi dawî nebû. Hinek ji wan  mecbûr in ku destên protez werbigirin. Di heman demê de pêwîstiya wan bi alîkariya timî heye.”

Wênekêşê Kurd eşkere kir ku îsal bi wêneyên ku tomar kirine beşdarî pêşbirkên li Amerîka, Awistralya, Koreya Başûr, Xirvatistan, Îtalya, Swîsre, Portekîz, Yûna, Spanya û Gurcistanê hatin kirin bû.

Herwiha Yûnis Mihemed destnîşan kir ku ew dê îsal beşdarî pêşbirkên din bibe û ew li bendê ye ku wêneyên wî bêtir xelatan werbigire.

Yûnis Mihemed di sala 1968an de li Duhokê ji dayik bûye, ji sala 2012an vir ve wêneyan dikişîne. Wêneyên ku ji aliyê wî ve hatine kişandin heya niha di pêşbirk û kategoriyên cûda de 20 xelat wergirtine. Wêneyên wî di gelek pêşangehên navneteweyî de jî hatin pêşandan. Ew niha li Hewlêrê dijî û wek rojnamevanek serbixwe dixebite.

 

Wêne: Yûnis Mihemed

 

Wêne: Yûnis Mihemed

 

Wêne: Yûnis Mihemed

 

 

Wêne: Yûnis Mihemed

 

 

Wêne: Yûnis Mihemed

 

Wêne: Yûnis Mihemed

 

Çavkanî Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin