Wê li Amedê Mîhrîcana Feqiyê Teyran bê lidarxistin

Wê li Amedê Mîhrîcana Feqiyê Teyran bê lidarxistin

.

A+A-

 7 saziyên civakî, çandî û hunerî ragihandin ku wê di sala 2022’yan de li Amedê Mîhrîcana Feqiyê Teyran li dar bixin. 

Odeya Bazirganî û Senayiyê ya Amedê (DTO), Weqfa Alîkariya Mirovî û Koçberiyê, Wêphotos, Navenda Hunerê ya Mordem, Atolye A4, Wêjegeh Amed û Kolektîfa Hunerê ya Merkezkaçê li avahiya Navenda Hunerê ya Mordem a li navçeya Peyasê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin ku wê di Nîsana 2022’yan de li Amedê Mîhrîcana Feqiyê Teyran ya Çand, Huner û Xwezayê ya Navnetewî li dar bixin. Endamên sazî û dezgehên sivîl ên civakî, pêkhateyên mîhrîcanê û welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Berpirsyarê Wêjegeh Amedê nivîskar Lal Laleş û Serokê DTO’yê Mehmet Kaya axivîn.

‘WÊ AMED DENGE FEQIYÊ TEYRAN RAGIHÎNE’

Ewilî nivîskar Lal Laleş axivî û wiha got: “Ez gelek kêfxweş im ku li gel 7 saziyan, nêzî 30 sazî piştgiriyê didin vê festîvala navneteweyî ku wê li ser navê Feqiyê Teyran bê lidarxistin. Feqiyê Teyran li ser axa Mezopotamyayê navê xwe belav kiriye. Em jî dixwazin xwe hinekî nêzîkî wan bîr û baweriyên wî yên derbarê xweza û mirovahiyê de bikin. Amed bi wê dîroka xwe ya qedîm ku ji şaristaniyên cihêreng re bûye cih û war, wê bikare dengê me jî ragihîne dinyayê. Em dikarin li vî bajarî bi hev re çand û hunerê belav bikin.”

‘WÊ JI BO AMEDÊ BIBE MÎHRÎCANEKE BAŞ’

Dû re Serokê DTO’yê Mehmet Kaya axivî û got: “Em Amedê wekî Amed nabînin, temamê Kurdistanê Amed e, Amed jî Kurdistan e. Ji ber wê yekê em jî piştevaniya vê mîhrîcanê dikin. Ez ji ber vê xebata girîng spasiya xwe pêşkeşî her şeş saziyên me dikim. Wê ev mîhrîcan ji bo Amedê û gelê kurd bibe mîhrîcaneke baş.”

DÎMEN HATIN NÎŞANDAN

Piştî axaftinan dîmenên Feqiyê Teyran ên ji bo zarokan ku Weqfa Alîkariya Mirovî ya Koçberiyê amade kiriye, danasîna belgefîlma Feqiyê Teyran a ji aliyê Wêphotos, Qada Hunerê ya Vekirî ya A4’ê ve hatiye amadekirin û çîroka seredana gora Feqiyê Teyran hatin nîşandan. 

Daxuyanî bi konsera Orkestraya Navenda Hûnerê ya Mordemê bi dawî bû. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin