Vîrusa Korona Heta Niha Pirtir ji 175,000 Kes Kuştine

Vîrusa Korona Heta Niha Pirtir ji 175,000 Kes Kuştine

Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane 175,000 derbaz kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 177,521 kesan bi vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka belav bûye ku li wî welatî 45,075 kes bi wê vîrusê mirine.

Li dû Amerîka, bi 24,648 mirîyan Îtalya, li dû wê jî bi 21,282 mirîyan Îspanya tê.

Ew vîrus di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Li Çînê, heta niha 4636 kesan bi vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane.

Dengê Amerîka

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin