Vîrusa Korona Heta Niha Pirtir ji 165,000 Kes Kuştine

Vîrusa Korona Heta Niha Pirtir ji 165,000 Kes Kuştine

Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane 165,000 derbaz kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 165,636 kesan jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane.

Ji nav dewletên cîhanê, herî zêde li Amerîka mirinên jiber vîrusa korona çêbûne.

Wê vîrusê li Amerîka 41,379 li Îtalya 23,660 û li Brîtanya 16,095 kes kuştine.

Ew vîrus di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû.

Li Çînê jî heta niha 4636 kesan bi vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin