Uygurên Çînê li Rojavayê Kurdistanê - Arîf Qurbanî

Uygurên Çînê li Rojavayê Kurdistanê - Arîf Qurbanî

.

A+A-

Arîf Qurbanî / Rûdaw

Sala 2003yan, di dema proseya leşkerî ya hevpeymanan ji bo hilweşandina Sedam Hisên û rejîma wî, min li sazî û dezgehên têkildar ên taybet bi erebkirinê li Kerkûkê, hejmareke zêde ya belgeyan berhev kir. Dotira salê (2004), min li jêr navnîşana ˈKerkûk û qirkirina nijadî di belgeyên Beisê deˈ di pirtûkeke bi 2 cildan de, bijardeyek ji wan belgeyan da çapê û ji bilî zimanê kurdî, her du cild bi erebî û bi zimanê ingilîzî jî hatin çapkirin.

Di nav yekê ji wan belgeyan de ku pir bala min kişand, beşdarkirina erebên Misrê di proseya erebkirina Kerkûkê de bû. Hejmarek erebên misrî ku berê ji bo karkeriyê berê xwe dabûn Iraqê, li bajarê Besrayê doza mafê welatîbûnê li Iraqê dikin. Hikûmeta Iraqê rizamendiyê li ser nîşan dide bi şertê ku amade bin herin û li Kerkûkê niştecih bibin.

Heman îmtiyazên ku berê bi biryara hejmar (42) a qaşo ˈMeclîsa Serokatiya Şoreşêˈ ji bo erebên hawirde biryar li ser hatibû wergirtin, ji zeviyê niştecîbûnê û xelateke 10 hezar dînarî, bi wan erebên misrî jî tê dayin û dibin beşek ji alava dagirkirinê di proseya erebkirina Kerkûkê de.

Berî vê jî, sala 1994an dema ku PDK û YNKê di germiya şerê navxwe de bûn, Sedam planek amade kiribû bi hênceta proseya wergirtina koçberên Filistînê û niştecîkirina wan li Iraqê, dixwest koçberên Filistînê jî bike beşek ji amûra dagirkirinê û wan di proseya guhertina demografiyaya Kurdistanê de bi kar bîne û cihê niştecîbûnê li Kerkûkê ji wan re misoger bike.

Min ev her du mînak ji bo wê yekê anîn da ku em asta faşîzma desthilatdarên neteweyên serdest ên navçeyê fêm bikin. Sedam hemû sazî û dezgehên dewletê û saman û serwetên Iraqê xistibû xizmeta proseya erebkirinê. Hemû erebên şîî û sunî li ber destên wî bûn û wî ew wek amûrên guhertina demografî bi kar dianîn.

Tîbûna wî bi vê yekê tenê jî nedişikest radibû hawara xwe digihand erebên misirî ku ji bo karkeriyê berê xwe dabûn Iraqê yan dixwest koçberên filistînî ku ew bi xwe qurbaniyên siyaseta dagirkirinê bûn, bike alav ji bo dagirkirina malên kurdan.

Niha Tirkiyê jî di heman rêyê de dimeşe ku Sedam tê de meşiya. Ji bilî siyasetên ku di 100 salên borî de bi qonaxên cuda cuda li hember kurdên Bakur meşand, destê xwe xistiye nav hinavên Rojavayê Kurdistanê jî. Li Efrîn û Serê Kaniyê û hêla sînorî li navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê, tişta Tirkiyê di proseya guhertina demografiyaya Kurdistanê de dike, gihaştiye asteke pir xofdar.

Her roj bi dehan malbatên kurd tên derbiderkirin û tirk û ereb li şûna wan tên bicihkirin. Rez, bax, zevî û erd, mal û halên gundnişînên kurd tên desteserkirin û bi wan malbatan tên dayin ku bi armanca ji kurdîxistina deverê ji bo wir hatine şandin.

Cuda ji wê stratejiya bi navê vegerandin û niştecîkirina penaberên sûrî bi nêt in bi sedan hezar malbatên ereb û tirkmen li ser axa Kurdistanê û li wê hêla sînorî niştecî bikin. Tîbûna Erdogan bi vê tenê naşike ku çend milyon mişextên ereb ên sûrî li ber destên wî ne. Nêta wî wiha ye wan misilmanên Uygur ên Çînê ku bi sedema tepeseriyên Çînê derbider û koçberî Tirkiyê bûne, wan jî li Rojavayê Kurdistanê di proseya guhertina demografiyaya Kurdistanê de bi kar bîne.

Uygur ku hejmara wan bi dehan milyon kes e, bi tirkan re hevnijad in û bi zimanê tirkî diaxivin. Gelek xislet û hevbeşî wan û tirkan bi hev ve girê didin. Li Çînê bi sedema misilmanbûna xwe ketine ber proseya qirkirina nijadî, heta niha bi dehan hezar kes ji wan ji tirsa mirinê ji Çînê reviyane û gihaştine Tirkiyeyê û wek derbider yan penaber hatine vehewandin.

Vekirina dergehekê ji bo niştecîkirina wan li ser xwezayeke bedew û axeke zengîn nola Rojavayê Kurdistanê, rê li ber bi sedan hezar uygurên din vedike ku ji wê kambaxî û rewşa dojehî ya Çînê koçî Kurdistanê bikin.

Wek çawa di sedsalên borî de çend êlên moxol berê xwe dan navçeyên zengîn û bi xêr û bêr ên Anatolyayê û li ser axa kurd, ermen û yûnanan dewletek ji xwe re ava kirin û bûne çavkaniya kêşe û pirsgirêkên mezin ji gel û neteweyên deverê re. Heke pêşî li wê nêta Erdogan neyê girtin, proseya anîna uyguran ji Çînê ji bo Rojavayê Kurdistanê dibe dubarebûna eynî wê dîrokê û dibe metirsiyeke mezin li ser paşeroja gelê kurd li wê deverê.

Eynî xisletên ku di civaka eşîrgerî ya ereb de ji bo zêdekirin û geşbûna nexweristî ya malbatê heye, bi sedema ol û çanda ereban, uygur jî bi wî rengî ne. Heke wek Tirkiyê bi nêt e pêşî 50 hezar kesî ji wan li Rojavayê Kurdistanê niştecî bike, ev ji bilî wê metirsiya ku dibe hander û hokar ji bo anîna bi sedan hezarên din, lê tenê niştecîkirina wê hejmarê jî piştî çend dehsalên din dibe sedan hezar.

Lewra pêwîst e kurd ji kanal û rêyên cuda cuda ve ji bo pêşîgirtina li wê armanca Tirkiyê kar bikin, bi rêya dezgehên navdewletî û saziyên cîhanî yên mafê mirov, heta asta ku di ketwarê de jiyana her kesekê bixe metirsiyê, ku bixwaze wek alava dagirkirinê li ser axa Kurdistanê niştecî bibe.

Çavkanî

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin