
Urmîye- Kolberekî kurd hat kuştin û 2 kolber jî birîndar bûn
Spaya Pasdarên Îranê duhê êvarê roja yekşemê li sînorê Başûrê Rojhilatê Kurdistanê teqe li tîmeke kolberan kirîye û di encamê de kolberek hatîye kuştin û 2 kolber jî birîndar bûne.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Rêxixtina Mafê Mirovan a Hengawê belav kirîye êvara roja yekşemê 24.05. 2020an hêzên çekdar ê Îranê li gundê sinûrî yê Kuran ê herêma Soma û Biradostê kolberên kurd gulebaran kirine.
Herwiha di encama wê êrşa hêzên Îranê kolberê bi navê Erselan Ehmedî koça dawî kirîye.
Herwiha du kolberên din ê bi navê Turan Ehmedî û Ridwan Ehmedî bi giranî birîndar bûne.
Ligor malpera mirov a Hengawê di nava hefteyekê de bi kêmanî 9 kolberên kurd di encama êrîşên hêzên Îranê û Tirkîyê birîndar bûne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin