UNAMI: Biryara dawî hatiye dayîn, dema mayîna me li Îraqê nayê dirêjkirin

UNAMI: Biryara dawî hatiye dayîn, dema mayîna me li Îraqê nayê dirêjkirin

.

A+A-

Li ser daxwaza Îraqê, dawiya îsal karên UNAMIyê yên li wî welatî bi dawî tên.

Berdevkê UNAMIyê Samir Ghattas dibêje, "Me dest bi amadehiyên ji bo bidawîhatina karên xwe kiriye û dem nayê dirêjkirin."

Berdevkê Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya li Îraqê (UNAMI) Samir Ghattas îro Rûdawê re ragihand, "Dawiya îsal, yanî 31ê Kanûna Pêşîn karên me li Îraqê bi dawî tên û ti gotûbêj jî ji bo nûkirina demê tune ye û biryara dawî hatiye dayîn."

Berdevkê UNAMIyê Samir Ghattas got, "Hejmarek ji karmendên me ku karê wan temamkirina hinek kar û barên darayî û birêvebiriyê ye, piştî bidawîhatina demê dimînin heya ku karên xwe temam dikin."

Li gorî gotina Samir Ghattas, "Dezgehên taybet ên bipêşveçûna mirovî, ku hejmara wan 23 dezgeh e, dimînin û karên wan berdewam dibin."

27ê meha borî, hikûmeta Îraqê ragihand, "Di çarçoveya cîbicîkirina rêkeftina me ya bi Neteweyên Yekbûyî re ji bo bidawîkirina karên wê, me avahiya UNAMIyê ya li bajarê Mûsilê wergirt."

Heman rojê, Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî, ragihand, "Pêvajoya wergirtina avahiyên din jî ku ji aliyê mîsyonê ve dihatin bikaranîn, berdewam dibe."

8ê Nîsana 2024an Hikûmeta Îraqê di nameyekê de ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, daxwaz kir ku heta dawiya 2025an erkên UNAMIyê li Îraqê werin bidawîkirin.

UNAMIyê 2003yan li ser daxwaza hikûmeta federal û li gorî biryara hejmara 1500î ya Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî hat damezrandin.

2007an bi biryara hejmara 1770 sînorê karên wê di çarçoveya hevkarîkirina Îraqê de hatibû berfirehtirkirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin