Turkan Elçî: Ji bo em di ewlehiyê de bijîn bila berpirsiyar werin cezakirin

Turkan Elçî: Ji bo em di ewlehiyê de bijîn bila berpirsiyar werin cezakirin

.

A+A-

Hevjîna Tahîr Elçî, Turkan Elçî di danişîna dozê de axivî û got: “Ji bo em li vî welatî di nava xweşî û ewlehiyê de bijîn divê berpirsiyar werin cezakirin.” 

Danişîna 2’yemîn a doza Tahîr Elçî yê Serokê Baroya Amedê di 28’ê Mijdara 2015’an de li ber Minareya Çar Ling a Sûrê hatibû qetilkirin didome. 

DENGÊ MIRIYAN 

Hevjîna Tahîr Elçî, Turkan Elçî ya bi şiklê muştekî di danişînê de mafê axaftinê wergirt, di destpêka axaftina xwe de helwesta dadgehê ya di danişîna ewil de rexne kir. Elçî got wan dixwest di danişîna 132 roj berê hat lidarxistin dê daxwaz û mexseda xwe bigotana lê belê meqamê li vir gefa dê wan derxe derve li wan xwar. Elçî anî ziman ku avêtina wê ya ji danişînê hêsan e  çimkî li pişt we hêzek mezin a milkekî heye û li pişta wan ne hêzek dewletê û ne jî dîwarekı ew pişta xwe bidinê heye. Elçî diyar kir ku bi wan re her tim dengê miriyên dimeşin hene û ewqas bi tenê hêza wan heye û xwest neyê jibîrkirin ku dadgehek bi edalet ê dikare xwe bi hêz bike û bi edaletê li ser piya bimîne. 

'NÊZÎKATIYA KÊFÎ WÊ WÎJDANÊ ME BIRÎNDAR BIKE’ 

Elçî destnîşan kir ku cihê ku edalet lê were pêkanîn ev ewyan e û berpirsiyariya vê jî li ser milê şandeya dadgehê ye. Elçî anî ziman ku meqamek darazê xwe ne wek xizmetkarê edaletê wek karmendek dewletê dibîne û heke polîsek li ser kursiyê bersûciyê û ji bo wan erênî tê tevgerkirin ev yek nêzîkatiyek kêfî ye û ev yek wê wîjdanê wan birîndar bike. 

‘DI KÊLIYA MAF DIPARAST DE HAT QETILKIRIN’ 

Elçî destnîşan kir ku hevjînê wê Tahîr Elçî serokê baroya bajarek mezin ku tevahiya jiyana xwe di ber têkoşîna mafê mirovan de xerc kiriye û ku nizanibû kuştin û sîleh çi ne, ji kuştina însanan re bêje raweste û di kêliya xwedî li nirxên civakî û çandî derdiket û gotinên xwe dawî dikir hat qetilkirin. 

Elçî destnîşan kir ku heke berpirsiyar neyên cezakirin wê her tim sûcdar bin û vê daxwaza wan a mirovî were qebûlkirin. Elçî got edalet êdî bûye bendewariya civakê. Elçî anî ziman ku ew dixwaze kujer ango berpirsiyar werin dîtin û ji bo ev welat di nava rewşek xweşî, aramî û ewlehiyê de derbas bibe berpirsiyar werin cezakirin. Elçî da zanîn ku heke ku rayedar li ber vê mexdûriyetê bêdeng bimînin û derfetên di destê wan de ji bo pêkanîna edaletê bikar neynin wê baweriya ji bo hiqûqê û meqaman were şikandin. Elçî destnîşan kir ku divê daraz dikaribe bi erka xwe rabe û birînan derman bike. 

 

Elçî xwest têkildarî beşdariya dozê biryar were dayîn. 

 

Danişîn berdewam dike. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin