TTB’ê îşkenceya li xwendekaran hat kirin şermezar kir

TTB’ê îşkenceya li xwendekaran hat kirin şermezar kir

.

A+A-

Konseya Navendî ya TTB’ê, têkildarî binçavkirin û îşkence li xwendekarên rektorê qeyûmê şermezar kirin hatibû kirin de, daxuyaniyek da û got: “Rêbezên îşkenceyê li dijî rûmeta mirovahiyê ne û nabe ku bê qebûlkirin. Em ligel welatiyên, daxwazên xwe yên bi maf tînin ziman, cih digirin.”
 
Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), darberê binçavkirin û îşkeceya li xwendekarên rektorê qeyûm ê Zanîngeha Bogazîçî Melîh Bûlû şermezar kirin hatibû kirin de, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de, hat destnîşan kirin ku kiryarên li dijî xwendekarên doza mafê xwe dikin nayê qebûl kirin û wiha hat gotin: “Desthilatdariya siyasî bi her awayî xebatên xwe dewam dike. Lê hêzên Miduriyeta Polîsan hemû çalakiyên demokratîk û aştîxwaz, bi hinceta pandemiyê asteng dikin. Desthilatdarî pandemiyê weke amûr ji bo xwe bi kar tîne. Li dijî xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yên doza mafê xwe dikin û qeyûmê rektor naxwazin, îşkenceyek mezin û binçavkirin hene. Îşkence, lêdan, tacîz, mûameleyên xirab û pêkanînên dij mirovahî ji wesayîtên binçavkirinê bigirin heya nexweşxaneyan li dijî xwendekaran dewam kirine. Dîsa xwendekar bi başve hatine kelepçekirin û li wan hatiye xistin. Daxwazên xwendekaran daxwazên meşrû ne. Em ligel welatiyên, daxwazên xwe yên bi maf tînin ziman, cihê xwe digirin.”


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin