Trump: Peywendîyeke me ya baş bi kurdan re heye

Trump: Peywendîyeke me ya baş bi kurdan re heye

Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê peywendîyên kurd û Amerîkayê de Donald; peywendîyeke baş a Amerîkayê bi kurdan re heye.

A+A-

Donald Trump, Serokê Amerîkayê piştî civîna ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî,  li Koşka Spî ji rojnamevanan re axivî û got: “Hejmareke dîyarkirî ji serbazên Amerîkayê dê li Iraqê bimînin, da ku eger Îran tiştekî bike, alîkarîyê bikin.”

Herwiha Trump dîyar kir: “Amerîka beşdarî gelek projeyên dîtin û derxistina bîrên petrolê dibe.Me ligel Serokwezîrê Iraqê çend mijarên serbazî û pêşxitina warê petrolê gotûbêj kir û peywendîyeke me ya baş bi Iraqê re heye.”

Serokwezîrê Iraqê Kazimî jî got: “Iraq pêşwazî li kompanî û veberhênerên Amerîkayê dike.Şanda hikûmetê bi serokatîya Wezîrê Derve Fuad Husên hejmarek peyman ligel şanda Amerîkayê bi serokatîya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo îmze kirin.”

Derbarê destwerdana Tirkîyê de jî Mistefa Kazimî got: “Em bi ti awayî binpêkirin û destwerdanên Tirkîyê yên bi ser axa Iraqê û rûmeta Iraqê de qebûl nakin.”

Şanda Iraqê ligel Amerîkayê rêkeftineke wizeyê îmze kir

 

Ji alîyê din roja pêncşemê 20.08.2020an Wezareta Wizeyê ya Amerîkayê belav kir ku pênc kompanyayên wizeyê yên Amerîkayê nêzîkî 8 milyar dolar rêkeftin ligel şanda Iraqê îmze kirine.

Wezareta Wizeyê ya Amerîkayê belav kirîye ku berpirsên kompanyayên wizeyê yên Amerîkayê di dema şanda hikûmeta Iraqê bo Washingtonê gotûbêj li ser pirsa wizeyê kirine. Bi serokatîya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî şandeke hikûmeta Iraqê çend roje li Washingtonê ye Dan Brouillette gihiştine rêkeftinê.

Basnews, K24

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin