Trafoyan rakirin û li cotkaran dan

Trafoyan rakirin û li cotkaran dan

.

A+A-

Li navçeya Şemrexê, bi hinceta ku deynê wan DEDAŞ’ê bi cendirmeyan re trafoyên ceyranê yên cotkaran rakir. Cendirmeyan li cotkarên li dijî rakirina trafoyê derketin da.
 
Li gundê Basîk ê navçeya Şemrexê ya Mêrdînê, bi hinceta ku deynê wan heye, Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ), trafoya cotkarên ku li dijî hişkesaliyê têdikoşin rakirin. Xebatkarên DEDAŞ’ê bi cendirmeyan re çûn gund û di navbera wan û cotkaran de nîqaş derket. Cendirmeyan li cotkarên ku li dijî rakirina trafoyê derketin dan û wan ji trafoyan dûr xist. 
 
ÎTTÎRAZ KIR CEZA JÊ RE HAT
 
Gengeşiya li gund berdewam dike û xebatkarên DEDAŞ’ê jî rakirina trafoyan didomînin. Cotkaran jî li dijî berhevkirina trafoyên xwe dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Cotkar Salih Sanci, derbarê mijarê de axivî û ev tişt got: “Diviya ku 15 hezar TL fatorê bibiriyana lê 46 hezar fatorê bibirîne. Piştî ku min îttîrazî fatoreyê kir 58 hezar TL fatore ji min re hat. DEDAŞ ji min 158 hezar TL dixwaze. 82 donim erdê min heye ji min re 158 hezar TL fatore hatiye. Ez ê vê çawa bidim? Bila dewlet ji vê re çareseriyek bibîne.”
 
Ji cotkaran Abdurrahman Abî jî destnîşan kir ku DEDAŞ bi cendirmeyan re zilmê dike û wiha got: “Alîkariyên ku ji aliyê wezaretê ve ji me re hatin kirin piştî ku ketin hesabê me hatin bloqekirin. Fatoreyên xeyalî dinivisînin. Em ê bi cendirmeyan re rû bi rû bimînin. Gel dike nake fatoreyan naqedîne. Em daxwaznameyan didin lê dibêjin ‘neyînî ye’ qebûl nakin.”
 
Cotkar Alî Şan jî ku 52 donim erdê wî heye got ku jê re jî 116 hezar TL fatore hatiye û ev pirs kir: “Ez ê vê çawa razînim.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin