
Topxaneya artêşa Tirkiyê êrişî Zirganê kir: 2 Kuştî û 11 birîndar
.
Topxaneya artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayê Enqerê navenda bajarokê Zirganê yê ser bi parêzgeha Hesekê li Rojavayê Kurdistanê bi giranî topbaran dike û jinekê û zarokekê canê xwe ji dest dan,11 sivîlên din birîndar bûn.
Peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo Berzan Ferman ragihand ku êvara îro Sêşemê 17ê Tebaxa 2021ê topxaneyên artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayê bi dijwarî navenda bajarokê Zirganê yê ser bi parêzgeha Hesekê ve topbaran kir.
Berzan Ferman diyar ku di encama wê topbaranê de jeneke 45 salî û zarokekê canê xwe ji dest dan û herwiha 11 kesên din jî birîndar bûne.
Peyamnêrê rûdawê da zanîn ku ji ber topbaranê elektirîka tevahiya bajarokê Zirganê qut bûye.
Ji aliyê din ve artêşa Tirkiyê sê gundên Şehba û du gundên Til Temirê jî topbaran kirin.
Zanyariyên xwecihî ji navçeya Til Temir a Cizîra Rojavayê Kurdistanê, diyar dikin ku îro, careke din Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, gundê Derdare li bakurê nahiyeya Til Temir û gundê Til Şenan û derdora wêstgeha elektrîkê ya gundewarê Til Temir, ku nêzîkî binkeya Rûsî ye, li bakurê Til Temir, topbaran kir.
Li Til Temirê jî leşkerekî Sûriyê yê bi navê Beşar Salih birîndar bûye.
Berî 2 rojan jî artêşa Tirkiyê û çekarên Artêşa Azad 3 gundên Til Temirê topbaran kiribûn û di encam de jinek birîndar bibû.
Tê gotin piştî êrişan li herêmê koçberiyê destpê kiriye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin