TJA: Li Kurdistanê ji ber tundiya mêran 64 jin canê xwe ji dest dane

TJA: Li Kurdistanê ji ber tundiya mêran 64 jin canê xwe ji dest dane

.

A+A-

 Tevgera Jinên Azad (TJA) raporta xwe ya derbarê tundiya li dijî jinan de belav kir û li gor wê raportê li Bakurê Kurdistanê ji ber tundiya mêran 64 jinan canê xwe ji dest dane.

Tevgera Jinên Azad (TJA), îro Duşemê 22yê Mijdara 2021ê rapora xwe ya têkildarî tundiya li ser jinê ku hemû bajarên Bakurê Kurdistanê lixwe digire û di encama xebata salekê de hatiye amadekirin,  li Buroya Têkiliyê ya Navenda Giştî ya Partiya Herêmê Demokratîk (DBP) a li Amedê bi civîneke rojnamevanî eşkera kir.

TJA diyar kir ku li gor rapora ku bi 9 mehên ewil a 2021ê sînordar e li Kurdistanê ji ber tundiya mêran 64 jin jiyana xwe ji dest dane.

Di rapora xwe de TJA dibêje: “Ji wan 17 heb kujerên wan diyar in, lê 47 heb jî bi awayekî gumanbar hatine kuştin. 321 jin ji aliyê otorîteyekê ku di jiyana wê de ye (bav, bira, hevjîn, destgirtî, merivê wê an jî mêrekî nenas) rastî tundiyê hatine.”

TJA herwiha ragihand  “Her çiqas jin bi serlêdanên tundiya fizîkî, derûnî, aborî, civakî, dîjîtal an jî şopandina bi israrî biçin saziyan jî, diyar dibe ku di encamê de hemû tundî hevûdin xwedî dikin. 9 jin diyar dikin ku hatine tecawizkirin û 12 jin jî hatine tacîzkirin.”

Di beşeke din a daxuyaniya xe de TJA dibêje: “Li gor daneyên ku ji çapemeniyê hatine tomarkirin; li Kurdistanê2 59 jin ji ber tundiya mêrên ku jiyana wan de ne jiyana xwe ji dest dane. Ji wan 37 jin bi awayekî gumanbar, 22 jin jî ji aliyê mêrên ku di jiyana wan de ne hatine kuştin. 15 jin bi zorê fihûş kirine, 8 jin hatine tecawizkirin, 4 jin jî hatine tacîzkirin. Ew dane tenê ji serlêdanên jinan ên li saziyekê pêk tê.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin