
Tirkiyeyê li ser koça Îraniyan a ber bi Tirkiyeyê ve daxuyanî da
.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê ragihand ku li ser sînorên di navbera Îran û Tirkiyeyê de ti qerebalixî û liv û tevgereke neasayî û zêdebûna hatina koçberan nîne.
Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê (zanyariyên şaş) a Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê li ser îdia û nûçeyên derbarê hatina pêleke koçberiyê ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê a nav Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de daxuaniyek belav kir.
Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê ragihand ku îdiayên hatina koçberan ji ser sînorên li gel Îranê a nav Tirkiyeyê bi armanca dezenformasyonê tên belavkirin û tekez kir ku ti qerebalixî û liv û tevgereke neasayî li ser sînoran nîne.
"Ti qerebalixî, liv û tevgereke neasayî nîne"
Saziya navborî di daxuyaniya xwe de got, "Wezareta me piştrast dike ku li ser xeta sînorê Tirkiye-Îranê ti qerebalixî, liv û tevgereke neasayî yan jî zêdebûnek di koçberiya neyasayî de nîne."
Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê diyar kir ku sînorên li gel Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi sîstemên ewlehiya fizîkî û teknolojiya herî pêşketî 24 demjimêran tên kontrolkirin û got:
"Hêzên me yên ewlekariyê rê nadin ti derbasbûneke neyasayî û hewldanên bi vî rengî demildest tên astengkirin."
"Tenê daxuyaniyên fermî li ber çav bigirin"
Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê “parvekirinên berovajî” yên derbarê mijarê de wekî spekulasyon, handana dijminatiya li hember biyaniyan û pêkanîna çalakiyên nearamkirinê nirxand û got:
"Em ji welatiyên xwe daxwaz dikin baweriyê bi parvekirinên wiha yên dezenformasyonê neyînin û tenê daxuyaniyên ku ji aliyê saziyên fermî ve tên dayîn li ber çav bigirin."
"Tedbîrêm hiqûqî dê bên wergirtin"
Ew saziya ser bi Serokkomariya Tirkiyeyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de hişyarî da û got:
"Dê li dijî van çalakiyên dezenformasyonê yên ku aramiya giştî dikin armanc, di çarçoveya yasayên pêwendîdar de tedbîrên pêwîst ên hiqûqî bên wergirtin."
Piştî êrişên Îsraîlê yên çend rojên borî bo ser Îranê, di beşek ji medyayên Tirkiyeyê û torên civakî de behsa wê yekê tê kirin ku pêleke koçberiyê ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê bo Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest pê kiriye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin