Tirkiyê û komên çekdar 7 gundên Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin

Tirkiyê û komên çekdar 7 gundên Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin

.

A+A-

- Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên ser bi wî welatî ve, di berdewamiya êrişên xwe yên bo ser Rojavayê Kurdistanê de, 5 gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê û herwiha gundekî Til Temirê topbaran kirin.

Li gorî çavkaniyên ji navçeya Şehbayê, artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê şeva borî demijmêr 01:00 heta demijmêr 05:00 serê sibehê hejmarek gundên herdu navçeyên Şera û Şêrawa bi giranî topbaran kirine.

Medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser ragihandiye, di êrişê de gundên Elqemiyê, Şewarixe û Kelha Şewarixe yên navçeya Şera û gundên Meyase û Qintire yên navçeya Şêrawa yên devera Efrînê ku di bin kontrola YPGê û artêşa Sûriyê de ne, hatine topbarankirin.

Heta niha ziyanên topbaranê nehatine zanîn.

Li Til Temir û Minbicê jî gund tên topbarankirin

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê, îro gundê Derdare li bakurê bajarokê Til Temir bi tundî topbaran kirin û ji ber topbaranê du welatiyên sivîl birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, di encama topbaranê de jina bi navê Emîna Xidir û ciwanê bi navê Xidir Ibrahîm birîndar bûne û ji bo Nexweşxaneya Til Temir hatine veguhestin.

Ev dema heftiyekî ye, artêşa Tirkiyê û çekdarên Opozisyona Sûriyê topbarananên xwe li ser bajarokê Til Temir û gundên wê zêde kirine, bi awayekê ku sînorê bajarokê Til Temirê rojane tê topbarankirin.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê roja Duşemê jî gundê El-Cat li Minbic û 3 gundên Til Şenan, Dirdare û Um El-Kêf ên ser bi bajarokê Til Temir ve topbaran kiribûn.

Li aliyekî din, Navenda Ragihandinê ya Encûmena Leşkeriya Minbicê ragihand, ku artêşa Tirkiyê îro di demjimêr 06:30 de ji baregeha xwe ya li gundê Şêx Nasir, gundê Yalinlî yê li bakurê rojavayê Minbicê ku di kontrola şervanên encûmenê de ye, topbaran kiriye.

Encûmena Leşkeriya Minbicê diyar kiriye, ku topbarana ser gund nîv demjimêrî heta demjimêr 07:00 dom kiriye û 4 top li nav gund ketine, herwiha di encama êrişê de zirar gihîştiye zeviyên çandiniyê yên niştecihên gund.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin