Tirkiyê Qendîl û Kanî Masiyê bombebaran kir

Tirkiyê Qendîl û Kanî Masiyê bombebaran kir

.

A+A-

Firokeyên Tirkiyê îro derdora Çiyayê Qendîlê û bajarokê Kani Masî ya Amediyê  bombebaran kirin.

Firokeyên cengî yên Tirkiyê îro berê nîvro herdû aliyên Çiyayê Qendîlê, derdora bajarokê Sengeser a girêdayî navçeya Ranya ya Silêmaniyê û derdora bajarokê Zinê Wertê ya navçeya Çoman a Hewlêrê bombebaran kirin.

Birêveberê bajarokê Zînê Wertê Muslîh Zirar ji Rûdawê re ragihand ku firokeyên bê firokvan li ser li ser Çiyayê Qendîlê geriyane û piştî wê firokeyên cengî heremê bombebaran kirine.

Muslîh Zirar got “Firokeyên cengî pêşî girên Sêkanyan û Konêkotrê yên di nav sînorê Sengeserê de bombebaran kirin, piştre girên Dirêdê  du caran bambebaran kirin.”

Muslîh Zirar anî ziman cihên ku hatine bombebarankirin dûrî deverên jiyangehan bûye ji ber vê yekê ku ti ziyaneke can û mal çênebûye.

Li aliyê din li gorî medyayên nêzî PKKê, firokeyên cengî saet di 09:10an de derdora gundê Bazê ya girêdayî bajarokê Kanî Masiyê du caran bombebaran kirine.

Herwiha artêşa Tirkiyê di derbarê mijarê de ti daxuyaniyek belav nekiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin