Tirkîyê nerazîbûna xwe li hemberî biryara Amerîkayê nîşan da

Tirkîyê nerazîbûna xwe li hemberî biryara Amerîkayê nîşan da

Wezareta Derve ya Tirkîyê, liser proje-yasaya dorpêç û sizayan a di Komîteya Karên Derve ya Senatoya Amerîkayê de hat qebûlkirin, ragihand ku ew proje-yasa li hemberî biryarên desthilatîyê yên Tirkîyê bêrêzî ye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Wezareta Derve ya Tirkîyê, derbarê proje-yasaya dorpêç û sizayan a di Komîteya Karên Derve ya Senatoya Amerîkayê de hat qebûlkirin de daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîya nivîskî ya Wezareta Derve ya Tirkîyê de  wiha hat gotin: "Ji ber hinceta Herekata Kanîya Aştîyê û pergala S-400î proje-yasayek a dorpêçan di Komîteya Karên Derve ya Senatoya Amerîkayê de hat qebûlkirin ku em dizanin ev ji ber çi hatîye qebûlkirin. Sedema wê ew e ku demeke dirêj e xebateke hesas (li bakurê Sûrîyeyê) dihat meşandin û me derbeyeke giran li vê xist, ji ber vê xeyalşikestinê ye."

Di daxuyanîyê de hate ragihand ku di demên dawîn de her du alîyên Kongreyê jî ji ber sedemên sîyasî yên navxweyî li dijî Tirkîyeyê tevdigerin û “ev li hemberî biryarên desthilatîyê yên Tirkîyê de bêrêzî ye”.

Herwiha hat gotin ku ew helwest û tevgera Amerîkayê  ji bilî ku zirarê bide têkilîyên Tirkîye û Amerîkayê kêrî ti tiştekî nayê.

Di berdewamîya daxuyanîyê de tê gotin: "Meclisa Nûneran di 29ê Cotmehê da jî proje-yasayek a dişibe vê qebûl kiribû û me bertek nîşan dabû. Vê carê proje-saya hewl tê dayîn ku bikeve rojeva Senatoyê nîşan dide ku agahîdayînên me naxwaze bê fêmkirin."

Ji ber êrişa Tirkîyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û herwiha kirîna sîstema moşekî S-400  a Rûsî ji alîyê wî welatî ve di Komîteya Karên Derve ya Senatoya Amerîkayê de dengdayînek hatibû kirin ku li hemberî Tirkîyeyê dorpêç bên kirin. Li hemberî 4an 18 kesan gotibû "erê" û proje-yasaya derbarê dorpêçan de hatibû qebûlkirin.

Berîya ku wer cîbicîkirin divê proje-yasa here ber destê Serokê Amerîkayê Donald Trump.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin