Tirkiyê li Metînayê dest bi operasyona bejayî kir

Tirkiyê li Metînayê dest bi operasyona bejayî kir

.

A+A-

Hêzên Artêşa Tirkiyê li nav axa Herema Kurdistanê li herema Metînayê dest bi operasyonê kir.

Li gorî malperên nûçeyan ên nêzîkî PKKê Artêşa Tirkiyê li Derarê, Koordînê û Stûna li devera Zendura ya Metînayê bi helîkopteran leşkerên xwe danîn danî û operasyoneke bejahî da destpê kirin.

Hat diyarkirin ku piştî firokeyên cengî yên Tirkiyê devera Zendûrayê ya Metînayê bombebaran kirin, herem ji aliyê helîkopterên Tirkiyê bi giranî ham bombebarankirin.

Di heman demê de ragihandin ku qereqolên ser sînor jî deverê bi giranî topbaran dikin.

Herwiha firokeyên bêfirokvan û firokeyên bêfirokvan ên bi çek li ser heremê difirin. Li gorî hinek çavkaniyan tê gotin ku Tirkiye di derbê operasyonê de rayedarên Iraqê agahdar kiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin