
Tirkiye: Kurdistan tune!
Parlamenterê AKPê û endamê Komeleya Parlementerî ya Yekîtiya ji bo Deryaya Spî Ali Ercoskun doh li navenda encûmena parlementeran got: "dewletek bi navê Kurdistanê tune û kurd jî beşek ji gelê tirk in."
A+A-
Li gorî nûçeya el Ehramê, Ercoskunî gotiye, "dewleteke bi navê Kurdistanê tune û kurd beşek ji gelê tirk in û li ser erda Tirkiyeyê û hinek dewletên din dijîn."
Di nûçeyê de tê gotin ku hinek endamên parlementoyê beşdar, êrîşkariyên hêzên Tirkiyeyê yên lli Sûriyeyê dagirker li ser kurdan şermezar kiribûn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin