Tirkiyê Kampa Mexmûrê bombebaran kir

Tirkiyê Kampa Mexmûrê bombebaran kir

.

A+A-

Firokeyên Tirkiyê îro serê sibehê, Kampa Mexmûrê ya penaberên Bakurê Kurdistanê li qezaya Mexmûrê ku niha di kontrola hêzên hikûmeta Iraqê de ye, bombebaran kirin.

Çavkaniyekî ji nav Kampa Mexmûrê ku nexwest navê wî were aşkerekirin, ji Rûdawê re ragihand: “Îro demjimêr 08:20 firokeyên Tirkiyê maleke vala ya li nav Kampa Mexmûrê bombebaran kirin, bombebaran bê zirarên canî bûye û tenê zirarên maddî gihîştine mala ku êriş li ser hatiye kirin. Nêzîkî du mehan e ev mal hatiye valakirin.”

Li gor medyayên PKKê, êriş ji aliyê dronên Tirkiyê ve hatiye kirin.

Medyaya ser bi PKKê ve ragihandiye, “Balafirên keşfê yên bêmirov yên biçek (SÎHA) bombe li maleke sivîl a navenda Wargeha Şehîd Rostem Cûdî barandin. Êrîs di saet 08:20’an de pêk hat. Di êrîşê de ziyanên madî pêk hatin. Hat ragihandin ku dayikek birîndar bûye.”

Tirkiyê heta niha bi fermî ti zanyarî derbarê êrişa îro ya li ser Kampa Mexmûrê belav nekiriye.

Êrişa li ser Kampa Mexmûrê piştî êrişa doh a li ser gundekî Şingalê tê, ku ew êriş jî ji aliyê Tirkiyê ve hatibû pêkanîn. Doh Pêncşemê, firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê gundê Barê yê Şingalê bombebaran kirin.

Fermandarê Hêza Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ji Rûdawê re ragihand, “Firokeyên Tirkiyê gundê Barê yê Şingalê bombebaran kirin.”

Qasim Şeşo diyar kir, “Ew cihê hatiye bombebarankirin YBŞ lê heye û ta niha zirar û ziyan nayên zanîn.”

Roja 5ê Hezîrana îsal jî Tirkiyê Kampa Mexmûrê bombebaran kiribû û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dabûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin