Tirkiyê ji ber Mazlûm Kobanî Swêd şermezar kir

Tirkiyê ji ber Mazlûm Kobanî Swêd şermezar kir

.

A+A-

Balyozê Swêdê yê li Enqerê Peter Herrstrom ji bo Wezareta Navxwe ya Tirkiyê hat bangkirin û hevdîtina Wezîrê Berevaniya Swedê ya ligel Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî “bi tundî hat şermezarkirin.”

Wezîrê Berevaniya Swêdê Peter Holtqvist  ji ber ku  ligel Fermandeyê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî bi rêya online civiya, Tirkiyê ji wê yekê ne razî bû û Balyozê Swêdê  yê li Enqerê Peter Herrstrom bi lez gazî wezareta derve kir.

Wezareta Derve ya Tirkiyê hevdîtina Wezîrê Berevaniya Swêdê Peter Holtqvist  a bi rêya videokonferansê ligel Mazlûm Kobanî şermezar kir.

Li gor ajansa fermî Anadolu ya hikûmeta Tirkiyê ji Wezîrê Berevaniya Swêdê Peter Holtqvist wiha hate gotin: “Swêdê bi vê siyaseta xwe ya metirsîdar, ne tenê bûye piştgirê wan kesên ku yekparebûna axa Sûriyê û ewlehiya Tirkiyê kirine hedefa, bi eşkere hiqûqa navnetewî jî binpê kiriye û zirareke cidî daye peywendiyê di navbera Tirkiye û Swêdê de.”

Fermanderê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî  û Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd roja Duşemê 19ê Nîsanê ligel Wezîrê Berevaniya Swêdê Peter Holtqvist bi rêya videokonferansê hevdîtinek dîtbarî pêk anîn û têde rewşa ewlekarî, aborî û mirovî li Rojava gotûbêj kirin.

Li gor zanyariyên ku ajanseke nêzîkî Rêveberiya Xweser belav kirine, herdu aliyan behsa şerê terorê û berdewamiya operasyonên li dijî DAIŞê, mijara kampan û pêşxsitina navçeyê kirin û herwiha piştevaniya li HSDê û Rêveberiya Xweser jî gotûbêj kirin.

Mazlûm Kobanî amaje bi wê yekê dabû ku hikûmeta Swêdê piştevaniya çareseriyan li navçeyê dike û ji Wezîrê Berevenaiya Swêdê Peter Holtqvist xwest ku Swêd di mijarên leşkerî û ewlekariyê de li ser piştevaniya xwe bo HSDê berdewam be.

Wezîrê Berevaniya Swêdê Peter Holtqvist jî di vê hevdîtinê de ragihandibû, ji bo avakirina ewlehiyê li Sûriyê pêwîst e Hevpeymaniya Navdewletî berdewam be di xebatên xwe de.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin