Tirkîye Îsal Dîsa Dest Danîye Ser Zeytûnên Efrînê

Tirkîye Îsal Dîsa Dest Danîye Ser Zeytûnên Efrînê

Mûsima zeytûnan îsal li Efrînê dîsa rastî dizîn û desteserkirinê ji alîyê artêşa Tirk û komên çekdar ve tê.

A+A-

Navenda Nûçeyan Li gor aborîzan Çeleng Omer nirxa berhema zeyt û zetûnan ku artêşa Tirk û çekdaran dest danîye ser bi qasî 50 mîlyon dolar e, ku ew bi rê û rêbazên cuda berhemê didizin û desteser dikin.

“Hemû zevî û pexçeyên Efrînîyên hatine koçber kirin ji alîyê Artêşa Tirk û çekdarên pêre ve hatine desteser kirin û mûsima wan ji xwe re diçinin, herwiha çekdar û meclîsên xwecîhî ku Tirkîyê erkdar kirine, baca bilind li cotkaran ferz dikin”.

Omer bi bîr anî ku sala par 100 mîlyon dolar ji berhema zeytûnan li Efrînê ji alîyê Tirkîyê û çekdaran ve hatibû desteser kirin.

Wî da zanîn ku îsal destdanîna ser mûsima zeytûnan bi awayekî sîstemetîk tê kirin û bi fermana desthilatdarên Tirk e.

“Ji bilî bazirganên Tirk û yên girêdayî wan tu kes nikane zeyta Efrînê bikire, loma cotkar neçar dibin tenekeya 16 kg bi kêmî 20 dolaran bifroşin ku buhaya wê li derveyî Efrînê bi 50 dolaran e”.

Omer got ku zeyta Efrînê ya hatiye desteser kirin derbazî hindurê Tirkîyê dibe û jibo şandina zeyta Efrînê, Tirkîyê deriyekî sînorî yê nû vekiriye.

Dor berpirsîya Tirkîyê ji desteserkirina zeyt û zeytûnê Efrînê Omer got ku di perlemantoya Tirkîyê de hikûmeta Tirkîyê bi dizîna 50 hezar ton zeyta Efrînê li xwe mikur hatiye.

Wî herwiha bal kişande ser firotina vê zeytê ber bi Ewrupa ve.

“Tirkîye sextekarîyê dike, zeyta hatiye dizîn dike ya xwe û difroşe welatên Ewrupî”.

“Bi pereyên zeyta hatiye dizîn Tirkiye komên tundrê fînanse dike, loma welatên Ewrupî yên zeyta Efrînê dikirin, di tawan û binpêkirinên li Efrînê dibin de hevparên Tirkîyê ne.”

Hêjayî gotinê ye ku li herêma Efrînê dora 18 mîlyon darên zeytûnan hene, berhema wan 270 hezar ton zeytûn ango 50 hezar ton zeyt e.

Dengê Amerîka

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin