Tirkîyê hêz şand bo ser sînorê Rojavayê Kurdistanê

Tirkîyê hêz şand bo ser sînorê Rojavayê Kurdistanê

Artêşa Tirkîyê hêzeke leşkerî ku ji otomobîlên zirxhî û serbazan pêk dihat, şand herêmên li ser sînorê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê.‎

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gor medyaya Tirkîyê, karwanê leşkerî ku ji otomobîlên zirxhî û serbazan pêk dihat, ji bajarên cuda yên Tirkîyê weke piştevanî bo ‎yekîneyên ser sînor gehişte bajarê Kilîsê yê Bakurê Kurdistanê.

Karwanê demjimêrên şevê di jêr tedbîrên ewlekarîyê de, gehişte xeta sînorî ya navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê, çû Derîyê Sînor Oncupinarê, dûv re ber bi xeta sînor dewam kir.

Hat ragihandin, leşker û otomobîlên zirxpoş wekî piştevanî ji bo yekîneyên Tirkîyê yên li ser sînor hatine şandin.

 

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin