Tirkîye: Heta em digehejin armanca xwe operasyon dê berdewam be

Tirkîye: Heta em digehejin armanca xwe operasyon dê berdewam be

Di danezana Lijneya Ewlekarîya Neteweyî ya Tirkîyê (MGK) de hat ragihandin ku “operasyona” Tirkîyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê heta bigihije armanca xwe dê berdewam be.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Piştî Civîna Lijneya Ewlekarîya Neteweyî ya Tirkîyê ku bi serokatîya Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan hat lidarxistin, danezan hat parvekirin û di danezanê de hat destnîşankirin “operasyona” li Rojavayê Kurdistanê heta bigihije armanca xwe dê bidome.

Di demekê ku bi rojane ji ber êrişên Tirkîye û grûbên girêdayî wê, welatîyên sivîl dibin qurbanî di danezana Lijneya Ewlekarîya Neteweyî ya Tirkîyê tê gotin ku ji bo sivîl zirarê jê nebînin hemî cure tedbîr tên hildan.

Herwiha di heman danezanê de hate gotin ku Tirkîye di têkoşîna dijî terorê de ji ti berpirsyarî û binbarîyê nareve, têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞê bi biryardarî berdewam dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin