Tirkîye- Gefên dijî elewîyan zêde bûne

Tirkîye- Gefên dijî elewîyan zêde bûne

Li Tirkîye pêşî li bajarê Îzmîrê, dû re jî li bajarên Mêrsîn û Meletîyê derî û xanîyên elewîyan hatin nîşankirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Hin nivîsên tehdîtkar li elewîyan hatin kirin û tiştên xirab hatin nivîsîn.

Piştî van bûyeran Serokkomarê Tirkîye Recep Tayyîp Erdogan dîyar kir hêzên ewlehîyê li ser vê mijarê disekinin.

Erdogan gotibû ku dema ev kesan hatin girtin dê hesab ji wan were pirsin.

Parlementerê elewî yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Alî Kenanoglu li ser nîşankirina xanîyên elewîyan û nivîsan ji VOAyê ra axifî û got:“Nîşankirina xanîyên Alevîyan ji bere ve tê kirin. Wateya nîşankirinên xanîyên Alevîyan li Tirkîyê wek sembola Nazî yên Almanya tê dîtin. Sembola Nazîyan, komkujîyên li Almanya tîne bîra mirovan. Li Tirkîyê ji xizkirinên malen Alevîyan komkujîya hovane ya Mereşê tîne bîra mirovan.”

Çavkanî: Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin