Tirkîye: Em dê bergirîyên xwe li Idlibê zêdetir bikin

Tirkîye: Em dê bergirîyên xwe li Idlibê zêdetir bikin

Encumena Asayîşa Tirkîyê da xuyakirin, ji ber pêşhatên dawî ew dê li Îdlibê bergirîyên xwe zêdetir bikin û piştevanîya wan ji bo hikûmeta Serac a Lîbyayê berdewam dibe.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Encumena Asayîşa Neteweyî ya Tirkîye bi serokatîya Serokomar Receb Tayîb Erdogan civîya. Di encamnameya civînê de hat ragihandin, di civîna nêzîkî pênc demjimêran ajotî de, rewşê ewlekarîya navçeyê hatîye gotubêjkirin.

Tê ragihandin, Tirkîye ji pêşhatên dawîyê yên Îdlibê dilgiran e û biryar hate dayîn, digel Îdlibê, li hin deverên Sûrîyê bergirî bên pêşxistin. Hat destnîşankirin, Tirkîye bo parastina sînorê xwe yê başûr û ewlekarîya civakên dost û bira, bibiryar e hin bergirîyan pêş bixe.

Hat ragihandin, piştevanîya Tirkîye bo hewlên agirbesta Lîbyayê û hikûmeta Fayîz Serac berdewam dibin.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin