Tirkîyê di derbarê Kobanî de biryareke nû da

Tirkîyê di derbarê Kobanî de biryareke nû da

Dadgeheke Enqerê derbarê beşek ji berpirsên PKKê û sîyasetmedarên Kurd de biryarek da ku da ku di nav wan de General Mazlûm Kobanî jî heye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê, derbarê doza ku piştî teqîna li Çukurambarê li wî bajarî, ji alîyê serdozgerîya komarî ve hatibû vekirin, biryarda.

Li gor zanyarîyên hatine belavkirin wê dadgehê, derbarê beşek ji serdirdeyên PKK û sîyasetmedarên Kurd de, li ser daxwaza dozger biryara girtinê da.

Di heman rûniştina wê dadgehê de derbarê Fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî, Hevserokê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen û ji fermandarên HPGê ku baskê çekdarî yê PKKê ye, Nuredîn Helef û du kesên din de jî biryara girtinê hat dayîn.

Roja 1ê Sibata 2018an di fermangeheke bacê ya li Çukurambara Enqerê teqînek çê bûbû û 4 kes di encamê de birîndar bûbûn.

Piştî wê teqînê piranîya wan serkirdeyên PKKê, derbarê 51 kesan de doz hatibû vekirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin