Tirkiyê devera Gelî Hespa li Başûrê Kurdistanê bombebaran kir

Tirkiyê devera Gelî Hespa li Başûrê Kurdistanê bombebaran kir

.

A+A-

Tirkiyê devera Gelî Hespa li nahiyeya Kanî Masê ya ser bi qeza Amêdiyê li nav axa Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Rêveberê Nahiyeya Kanî Masê, Serbest Nebî ji Rûdawê re ragihand, firokeyên cengî yên Tirkiyê îro devera Geliyê Hespa li nêzîk gundê Bazê yê li nahiyeya Kanî Masê bombebaran kirin.

Serbest Nebî got, heya niha bombebaran li sînorê gundên Kanî Masê û qeza Amêdiyê berdewam e.

Derbarê ziraran de, Nebî diyar kir, ku hêj ti zanyarî derbarê bombebaranan de tune ne.

Li gor agahiyan, bombebarana deverê îro demjimêr 10:00 destpê kiriye.

Peyamnêrê Rûdawê, Nasir Elî li devera Berwarî Bala û li beramber Zinarê Kêste ragihand, Tirkiyê bi giranî Geliyê Hespa bombebaran kiriye û di encamê de agir li Zinarê Kêste ketiye ku heya niha jî nehatiye vemirandin.

Tirkiyê ji 23ê Nîsana îsal ve operasyoneke nû ya li derveyî sînor û di nav axa Başûrê Kurdistanê de destpê kiriye û Wezareta Berevaniya Tirkiyê dibêje, operasyon li dijî PKKê ye.

Peyamnêrê Rûdawê Nasir Elî dibêje, Tirkiyê ji şeş cihan bi firokeyên helîkopter hêz aniye Zinarê Kêste û navçeyên nêzîk wê deverê.

Bombebaran û topbaranên Tirkiyê bo ser deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bandoreke xirab li jiyana welatiyên li gundên Kêste, Hirûr, Xişxaşa, Bazîv, Birîfka û Qumriyê çêkiriye.

Rêveberê Nahiyeya Kanî Masê herwiha ragihand, “bi sedema bombebaranên Tirkiyê, zêdetir ji 500 şaneyên mêşhingvan ji nav çûne.” Bi gotina Serbest Nebî, “artêşa Tirkiyê bi helîkopteran bi dijwarî Çiyayê Kêste bombebaran dikin û ji ber wê yekê tirsek mezin ketiye nav nîşteciyên gund.”

Serbest Nebî tekez kir, “di encama bombebaranên çend rojên bihorî de jî 1600 donim zeviyên navçeyê şewitîne û xelkê navçeyê nikarin biçin nav rez û bostanên xwe, ji ber wê yekê jî zirareke mezin gihîşte cotkaran.”

Wezareta Berevaniya Tirkiyê dibêje, ji destpêka operasyona nû ve heya niha 53 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane. Li gor medyayên nêzîkî PKKê jî di operasyonê de heya niha 174 serbazên Tirkiyê hatine kuştin.

Rûdaw
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin