Tirkiye dê elektrîkê bide Girê Spî û Serê Kaniyê

Tirkiye dê elektrîkê bide Girê Spî û Serê Kaniyê

.

A+A-

Berpirseke Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê eşkere kir ku xebatên wan ên dabînkirina elektrîkê ji Tirkiyê bo Girê Spî û Serê Kaniyê ber bi dawiyê ve tên.

Berpirsa Ragihandinê ya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê Pinar Kara di kongreyeke rojnamevanî de behsa rewşa bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê kir.

Pinar Kara eşkere kir ku xebatên wan ên ji bo danîna xetên elektrîkê ji Tirkiyê bo herdu bajarên Serê Kanî û Girê Spî berdewam in.

Li gor gotina wê Berpirsa Wezareta Berevaniya Tirkiyê, wan ji bo Serê Kaniyê û Girê Spî “gelek kar” kirine û diyar kir, “Xebatên me yên bo dabînkirina elektrîkê ji Tirkiyê bo Tel Abyad (Girê Spî) û Resulayn (Serê Kanî) ber bi dawiyê ve tên.”

Bajarên Serê Kanî û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê Cotmeha sala derbasbûyî di encama êrişeke berfireh de ketibûn destê leşkerên Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve. Bajarê Efrînê jî Adara 2018an ketibû destê Tirkiyê.

Hikûmeta Tirkiyê heta niha ala xwe li wan bajaran bilind kiriye, dibistanên Tirkî vekirine, pereyên xwe kirine pereyên fermî li bazaran, saziyên xwe tê de avakirine û herê dawî jî saziya xwe ya Postê (PTT) li Girê Spî vekirîbû.

Li gor yasayên navdewletî nabe dewletek dezgehên xwe yên fermî di nav axa dewleteke din ava bike, ala xwe, wêneyên serokê welatê xwe her li nav axa wî welatî jî bilind bike. Lêbelê Tirkiyê li Efrîn, Girê Spî, Serê Kaniyê û bajarên din ev yek kirine.

Herwiha Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî roja 21ê vê mehê jibilî Izazê, serdana Efrînê jî kiribû.

Artêşa Tirkiyê dawiya zivistana 2017an êrişî herêma Efrînê kir û piştî nêzîkî du meh ji şer, hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Rêveberiya Xweser ji herêmê vekişiyan û Efrîn ji aliyê Tirkiyê ve hat dagirkirin.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin