Tirkîye Bicîhkirina Sîstema S-400 jiber Vîrusa Korona Paş Dixe

Tirkîye Bicîhkirina Sîstema S-400 jiber Vîrusa Korona Paş Dixe

Berdevikê Serokomarîya Tirkîyê Îbrahîm Kalin dîyar kir ku wan bicîhkirina sîstema muşekan ya S-400 ya ji Rûsya hatibû kirîn, jiber vîrusa korona paş xistîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Kalın, di konferanseke li ser înternetê de da zanîn ku her çiqas wan bicîhkirina muşekan paş xistîye jî ewê dev ji plana xwe bernedin û di demên pêş de wan bi cîh bikin.

Washington dîyar dike ku ger Enqere S-400’an aktîf bike ewê bi toleyên re rû bi rû bimîne.

Rêvebirîya Amerîka dibêje ku sîstema Rûsya ne li gor ya NATO ye û dîyar dike ku bi bicîhkirina S-400 wê bo F-35 yên Tirkîye dixwaze ji Amerîka bikire jî kêşe çêbin.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan gotibû ku ewê S-400’an di meha Nîsanê de bixebitînin lê jiber kêşeyên vîrusa korona çêkirine ew muşek neketin rojeva Tirkîyê.

Balyozê Amerîka yê li Enqerê David Satterfield jî di heman konferansê de dîyar kir ku wan bi ‘’zimanekî zelal’’ ji Erdogan re gotîye kirîna S-400, wê bo Tirkîyê rîska toleyan çêke.

Satterfield da zanîn ku wan karbidestên Tirk li ser vê rîskê çend caran hişyar kirîye.

Dengê Amerîka

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin